Ji Yehya Omerî helbestên nû

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 12 Nîsan 2026 - 16:30

  • Pirtûka sêyêmîn a helbestê ya Helbestvan Yehya Omerî a bi navê “Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha” ji Pall Weşanê derçû.

Pirtûka nû ya Helbestvan a Yehya Omerî piştî navbera 5 salan, ji Weşanên Pall derçû. Di pirtûkê de 42 helbestên nivîskar cih digirin.

Nivîsa paşbergê:

tarîx seydayekî baş e seba em kurên çak bin
xasûk, xayis û guhnedêr caran
wiha hatin em, zarê kurdan
siwarên beyt kardayê, lîrîk û şidiyayî her

wiha tim, evîndar, rûken û beza

Derbarê Yehya Omerî de

Di sala 1993yan de li gundê Êlaskaya Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Di sala 2017an de li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê beşa mamostetiya Ziman û Edebiyata Tirkî qedand. Di sala 2020î de li heman zanîngehê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind qedand. Di sala 2015an de dosyeya wî ya ewil Anatomiya Demsalên Zer di Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî de hat xelatkirin. Endamê kovara Bar Helbestê ye.

Berhemên wî:

* Anatomiya Demsalên Zer (2015, Evrensel)

* Nêrgiza li Defterê Bişkivî (2021, Avesta)

* Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha (2026, Pall)

Xwîner dikarin pirtûkê ji malpera weşanxaneya a “pallwesan.com” û pirtûkfiroşan peyda bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.