Şîna hunera Kurdî û rexneyek

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 12 Nîsan 2026 - 17:00

  • Piştî hunermend Elî Mensûr koça dawî kir hema wisa bi ecele di nav çend seaten de cenazeye wî rakirin û veşartin. Gelek kesan li ser medyaya civakî ev nêzîkbûn rexne kirin û gotin: “Elî Mensûr ev çil sale bûye deng û awazê şoreşê. Ew layiqî merasîmek mezin bû.”

Hunermend Elî Mensûr beriya çend rojan li bajarê Amûdê canê xwe teslîmî Xwedê kiriye û kiras guherî ye. Beriya mirina wî bi çend rojan jî birayê wî koça dawî kiribû.

Mamoste Elî Mensûr sala 1966’an li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Bi demê re bûye muzîkjen û sala 1982’an tevî hevalên xwe Koma Mehabad ava kiriye. Sal dibin 1986. Ew û komek hevalên xwe Koma Agirî ya Amûdê ava dikin.

Koma Agirî ya Amûdê ev bûye 40 sal li ba gel û şoreşê ye û di nav tekoşînê de ye. Kaset derxistiye, bi dehan stranên nû saz kiriye û gelek stranbêj, helbestvan û muzîkjen derxistiye û mora xwe li muzîka kurdî xistiye. Yek ji serkeşê vê kedê Hunermend Elî Mensûr e. Elî Mensûr hunermendek welatparêz, dilsozê şoreşê û doza Kurd bû.

‘Hûn bi çi daketine ehlê Amûdê?’

Piştî hunermend Elî Mensûr koça dawî kir hema wisa bi ecele di nav çend seaten de cenazeye wî rakirin û veşartin. Lewma kêm kes beşdarî oxirkirinê bû. Ev nêzîkatî bû mijara rexneyê.

Helbestvan Hekîm Sefkan ku ew jî ji bajarê Amûdê ye û sala 1988’an bi hunermend Elî Mensûr re xebata hunerê kiriye, li hember vê oxirkirinê acizbûna xwe anî ziman. Hekîm Sefkan li ser malpera xwe ya Facebookê wêneya cenazeya Elî Mensûr parve kir û got:

“Ez nabim bi qasî Tiliyekî Elî Mansûr,
Lê ku ez mirim min nebin Amûdê.
Ev çawa milete?!
Ev çawa sazî ye.
Ev çi aceleya we hebû hûn wî têxin dawiya vê pîkabê û bibin
Hûn bi çi daketine Ahlê Amûdê.”

Gelek kesan li ser medyaya civakî ev nêzîkbûn rexne kirin û gotin: “Elî Mensûr ev çil sale bûye deng û awazê şoreşê. Ew layiqî merasîmek mezin bû.”

Elî Mensûr; xwediyê keda mezin

Bavê Metîn li ser malpera xwe ya Facebookê êşa xwe parve kir û hunera Elî Mensûr şîrove kir. Got: Ez qurban… Mirovê ku rûpeleke dewlemend ji huner û çanda Kurdî re li şûna xwe bihêle ew ne miriye. Hunermend Elî Mensûr, ji ber tu di giyan û hestên her Kurdekî de saxe. Îdî ta kurdek li dunyayê jiyan bike, wê nav û dengê te hebe.”Saziya Çand û Hunera Baqî Xido (Kobanê) eşa xwe bi nivîskî parve kir û got: “Hunermend Elî Mensûr 45 sal bi awaz û dengê xwe bû dengê gelê xwe. Li ser Kurdistanê, şehîdan û şoreşê bi dehan sirûd û stran saz kiriye. Di şîn û şahiyan de û di her qad û boneyan de dengê gelê xwe bilind kiriye. Giyanê te şad be.” Bengî Agirî jî endamê Koma Agirî ya Amûdê bû û bi Elî Mensûr re salên dûr û dirêj xebitiye. Bengî Agirî li ser malpera xwe ya Facebookê wêneyek kevn parve kir û got: “Alî Mensûr… Xwediyê keda mezin. Xewn û xeyalên me ranawestiyan. Em bi şev û roj ji bo afirandina awazekê dixebitîn. Eşqa Kurdistan û pakrewanên me dibûn îlhama awazên me. Oxir be hevalo.”

Avakarê muzîka Kurdî bû

Elî Mensûr hunermendek avakar bû. Çawa ku sala 1983 li Ewropayê xebatên hunerê bi rêya Hunerkomê bû xwedî sazî, li Rojavayê jî sala 1986’an xebatên hunerê bûn xwedî sazî. Yek ji avakarê wê demê Hunermend Elî Mensûr bû. Eşa hunermend hên teze ye. Lê em dikarin bêjin: Tê payîn ku di rojên pêş de li bajarê Kölnê merasîmek bîranînê were li dar xistin.

*Ev nivîs ji malpera Kovara Huner hatiye wergirtin.

* * *

TEV-ÇAND bi bîr anî

Tevgera Çand û Hunerê ya Ewrûpa û Tevgera Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê (Tev-Çand) yek ji endamên çand û hunera şoreşgerî ya Rojava Elî Mansûr ku 10’ê Nîsanê ji ber nexweşiyê wefat kir, bi bîr anî.

Daxuyaniya Tev-Çand Ewropa bi vî rengî ye:

“Yek ji stûnên Çand û Hunera Şoreşgerî ya Rojavayê Kurdistanê Elî Mansûr ku bêhtirî 40 salan bi dilnizmî û kesayetiya xwe ya bêdeng di tekoşînê de cih girt, şeva bi ser 10 Nîsanê de ji ber nexweşiyê wefat kir.

Elî Mansûr bi hevalên xwe re di sala 1986’an de Koma Agirî ava kirin. Di nava van salan de bi dehan stran çêkirin, bi dehan melodî afirandin. Yek ji melodî û muzîkên wî yên bi nav û deng melodiya strana ‘Mezin Apo Bilind Apo, Apê me’ bû ku heya niha jî li ser zimanan e. Bi dilnizmiya xwe, cihê xwe di dilê her kesî de çêkiribû. Di demên herî dijwar de Elî Mensûr girêdayî nirxên netewî ma û ticarî rê neda ku hunera wî bikeve riya bazarên qirêj. Di temenekî ku hîn dikarîbû pir berheman biafirîne, de pişta xwe da hezkiriyên xwe.

Em weke Tev-Çand Ewropayê, bi koça dawî ya hunermendê welatparêz xemgîn bûn. Ji malbat, hezkirî û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin. Cihê wî buhiştbe.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.