
- Galaya fîlmê Valahî ku balê dikişîne ser pirsgirêka zimanê dayikê, duh êvarê li Amed hate lidarxistin.
Galaya fîlmê Valahî ku derhênerê wê Alî Kemal Çinar e, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê hate lidarxistin. Fîlm ku Kerem Firtina û Hîcrî Demîr tê de dilîzin, li ser mijara zimanê dayikê disekine.
Çinar diyar kir ku fîlm di sala 2017'an de hatiye sêwirandin û kişandina wê di sala 2024'an de dest pê kiriye û got: "Ez di destpêkê de welî kurtefîlmekî li ser vî fîlmî fikirîm. Paşê, ji ber ku mijar hêdî hêdî berfireh bû, min ew veguherand fîlmekî dirêj. Ev duyemîn fîlma min e ku li ser mijara zimanê dayikê ye. Berê min fîlmek bi navê 'Di Navberê De' hebû. Ew jî fîlmek bû ku li ser zimanê dayikê hatibû kişandin. Ji ber vê yekê, ez Valahî wekî fîlmekî duyemîn dibînim. Tevahiya fîlm li Amedê hatiye kişandin. Cihên kişandinê li deverên cuda yên bajêr bûn."
Fîlm bi çi dadikeve?
Çinar anî ziman kir ku wî dixwest nîşan bide ka zimanê dayikê çawa dibe pirsgirêkek mîna êşa zik û gotina Hrant Dink, "Zimanê dayikê mîna êşa zik e, hûn nikarin wê bêdeng bikin," jî ji bo wî îlham bûye. Çinar got: "Bi balkişandina ser gotinên Hrant Dink, eger zimanê dayikê bibe pirsgirêk, ew dibe êşa zik û ez vê pirsgirêkê wekî dengekî dibînim. Ji ber vê yekê fêrbûna vê gotinê bi mijara fîlm re hevdem bû. Fîlm îro pêşandana xwe ya yekem dike û ez difikirim ku divê her kes şansek bide wê."
NAVENDA NÛÇEYAN







