Kovara Bizot bi dosyeya ‘Mehmet Atlı’ derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Nîsan 2026 - 17:00

  • Kovara çand, huner û wêjeyê "Bizot" hejmara xwe ya duyem gihand ber destê xwîneran.

Kovara ku 3 mehan carekê derdikeve, di vê hejmarê de dosyeyeke berfireh li ser hunermendê navdar Mehmet Atli amade kiriye.

Hevpeyvîn û nêrînên li ser Mehmet Atli

Di hejmara nû ya Bizotê de hevpeyvînek bi Mehmet Atli re hatiye kirin. Nivîskar û lêkolîneran bi herdû zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) li ser hunermendiya wî nivîs amade kirine.

Bergê kovarê bi wêneyê Mehmet Atli û bi sernavê "Bi salan e ez dengê xwe dişopînim" balê dikişîne. Di kovarê de her wiha helbestvanê navdar Ehmed Huseynî û nivîskarê hêja M. Emîn Bozarslan hatine bibîranîn.

Kurmancî û Kirmanckî bi hev re

Yek ji taybetmendiyên herî giring ên Bizotê ew e ku kovar cih dide her du zaravayên Kurdî. Di nav kovarê de helbest, çîrok, hevpeyvîn û nivîsên rexneyî bi her du zaravayan hatine weşandin. Edîtorên kovarê armanca derxistina Bizotê wekî "geşkirina ziman" û afirandina platformeke azad pênase dikin.

Di nivîsa bi navê "Ji Edîtor" de tê destnîşankirin ku weşana kovaran ji bo dewlemendkirina ziman hêzeke mezin e. Xwîner dikarin Kovara Bizotê li pirtûkfiroşên li Amed û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê peyda bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.