Kamera di destên piçûk de ye

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Nîsan 2026 - 16:15

  • Li Rojavaya ku ji ber êrîşan perwerdeya li dibistanan rastî astengiyan tê, Komîna Fîlm a Rojava bi zarokan re tê ba hev. Zarokên sînemager ku xwe birêxistin kirine û komîna xwe ava kirin, kurte fîlman dikşînin û rastiya ku dijîn, ji çavên xwe vedibêjin.

Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên berdewam bi taybetî bandorê li xwendina zarokan dike. Ji ber êrîşên herî dawî yên di 6’ê Çileyê de destpê kir û rê li ber koçberiyê vekir, zarok nikarin li dibistanan xwendina xwe bidomînin. Di rewşekî bi vî rengî de zarokên taxê yên demeke dirêj e liv û tevger û xebatên Komîna Fîlm a Rojava dişopînin, xwe birêxistin kirine û bi çavên xwe rastiya ku pê re dijîn, vedibêjin. Kurtefîlmên ku zarok bi telefonên xwe kişandine û montaja wê kirine, pêyamên yekbûnê dide. Zarokên sînemager niha di bin sîwana Komîna Fîlm a Rojava de perwerde dibînin. Hejmara zarokan a bi pênc kesan destpê kir roj bi roj mezin dibe.

Hevseroka Komîna Fîlm a Rojava û sînemager Dîcle Arjîn behsa eleqeya zarokan a ji bo sînemayê û pêvajoya perwerdeya zarokan kir.

Komîn balê dikşîne ser xwe

Dîcle Arjîn bal kişand pêvajoya şer a ku ew jî weke komîn di nav de bi awayekî çalak bi xebatên xwe yê hunerî rol girtine û da zanîn ku di vê pêvajoyê de zarok jî beşdarî xebatên wan bûne û ew eleqeya zarokan a sînemayê ji nêz ve dîtine. Dîcle Arjîn got ku Komîna Fîlm a Rojava ya ku li taxekî Qamişloyê cih digire di her milî de bala zarokan û civakê dikşîne û wiha domand: ‘’Karên me meraq dikin, dipirsin. Di vî alî de çûyîn û hatinek jî heye û di nav projeyan de jî cih digirin. Em vê pir girîng dibînin. Berê jî me gelek caran gotiye em bingehê xwe ji civakê digirin. Dema zarok jî wisa bi meraq tên di nav xebatê me de cih digirin, ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Em jî derfet didin ku em çawa dikarin bi hev re kar bimeşînin.’’

Komîna zarokan xwe birêxistin kiriye

Dîcle Arjîn anî ziman ku demek dirêj zarokan liv û tevgerê wan şêwazê karkirina wan ji balkonên malên xwe û li taxê şopandine û wiha axivî: “Berê di projeyên me de jî cih girtin û wê demê jî şopandin karê me. Meraqa wan a li hemberî sînemayê çêbû. Paşê me dît ku bi xwe bi xwe fîlm kişandine, bi telefonên destê xwe. Hevdû rêxistin kirine û xwestine çîrokên di serê xwe de bi dîtbarî bînin ziman. Dema dayîka wan zarokan ew dîmen ji me re şandin em gelek kêfxweş bûn. Yanî li vê derê komînek xwe birêxistin dike lê li ba wê komînek zarokan jî xwe birêxistin kiriye. Ev ji bo me, ji bo hemû hevalên komînê, bû moralek cûda.’’

Nîqaşa bi zarokan re

Dîcle Arjîn destnîşan kir ku paşê ew bi zarokan re hatine ba hev û bi hev re fikirîne bê ka em çawa bikin û danûstandin kirine. Dîcle wiha axivî: ‘’Me got em hevdîtinek bi zarokan re çêbikin, nîqaşek bi wan re destpê bikin ka ew dixwazin vî karî çawa dest bigirin, bighînin kîjan merheleyê û ji me daxwazê wan çi ye, em çawa dikarin bi wan re alîkar bin. Me hevdîtinek çêkir. Ew hevdîtin jî bandorek mezin li me kir. Ji ber zarok hemû bi wêneyek di destê xwe de hatibûn. Komîna Fîlm a Rojava di xeyalên wan de çawa bi cih dibe, wê xêz kiribûn. Ev jî hêstekî mezin bi me re çêkir. Dibêje ya cihê ku tu destê xwe didî li wir çi şîn tê, ew veger li te çawa çêdibe, hestiyariyek wisa bi me re çêkir. Herî dawî me perwerde da destpêkirin, lê bi fikrên wan re jî me ev xebat da pêşiya xwe.’’

Şer bandorê li xwendina zarokan kir

Dîcle Arjîn bal kişand ser pêvajoya şer a ku Rojava di nav de bû û anî ziman ku ji ber êrîşan û koçberiya bi darê zorê dibistan rawestiyane. Dîcle anî ziman ku ji vê rewşê herî zêde jî zarok bandor bûne û wiha axivî: “Koçberên ku ji bajarên mîna Tebqa û Reqa hatibûn li dibistanan bi cih bûn û dibistan jî hatin girtin. Zarok jî nedikarîn biçin xwendinên xwe jî. Me jî got vê valahiyê em bikaribin bi perwerdeya sînemayê temam bikin. Ew bi xwestekek mezin nêz bûn. Her hevalê me yê di komînê de xebat dike jî bi dildarî xwestin di beşên xwe de bi wan re parvekirinên xwe çêkin. Ev mehek e dişopînin. Kêmaniyên ku derdikeve em temam dikin. Her du mil jî bi kelecanek mezin nêz dibin. Bi vê pêvajoya ku me destpê kiriye û jê şûnde jî em dikarin pêwendiyê bi civakê re çawa xurttir bikin, li ser vê difikirin. Him li taxên din him li komîn û meclîsên taxên din em bikaribin kar û xebatên xwe hê bêtir birêxistin bikin. Di vê derbarê de jî lêhûrbûnên me û pêşdîtinên me hene ku em bikaribin vê xebatê berfirehtir bikin.’’

Şer, berxwedan û huner

Dîcle Arjîn anî ziman ku ew weke Komîna Fîlm a Rojava jî di pêvajoyê de bi awayekî çalak cihê girtine û wiha pêl da axaftina xwe: ‘’Cihê ku komîn niha lê bi cih bûye ne ji civakê qut e. Her merheleyê me civak jî dişopîne. Em jî di nav civakê de ne û berpirsyariyekî li hemberî hev heye. Xebatên ku me çêkirin hebû mesela ji bo pêvajoyê bi taybetî. Car din ên ku li taxên xwe nobetê digirtin tevlî xebatên me bûn. Ji bo bikaribin di dîtbarî de jî nasnameya xwe bidin diyarkirin, fikr û ramanên xwe bidin diyarkirin, hebûna xwe bidin diyarkirin. Di vî warî de tevlîbûnek xurt hebû. Em vê girîng dibînin. Girêdanbûna me ya heyî ji ber wê xurttir dibe. Rola komînê em di vir de dibînin û girîng e. Fikr û raman ava dike, bi hev re berhem ava dike. Cihê xwe tê de digirin û ev bi xwe re civakbûnekî pir xurt û hêja ava dike. Şerê hat meşandin jî li ser tunebûnê hat meşandin. Li hemberî vê tevlîbûnek mezin hebû.’’

Dîcle Arjîn a got “Li aliyê çand û hunerê de jî ev berxwedanî çêbû, di qada leşkerî de jî xwe da diyarkirin’’ wiha dewam kir: ‘’Yanî ne tenê werin stranekî bêjin an jî lîstikvaniyê bikin. Di heman wextê de ji bo civaka xwe, axa xwe, hebûna xwe jî biparêze rol û mîsyona xwe di astekî mezin de bicih anî.’’

Bi zarokan re xebatên komînê 

Dîcle Arjîn da zanîn ku Komîna Film a Rojava di dîroka wê de jî dema hatiye avakirin bi zarokan re xebat meşandiye û li ser vê yekê van agahiyan da: “Cih be cih mihrîcanên zarokan, komxebatên bi zarokan re çêkiriye. Ev pir girîng bû. Niha jî weke berdewamiya wê jî em dixwazin xebatê bi zarokan re bimeşînin. Xebatê ku niha destpê kiriye jî em dixwazin berfirehtir bikin. Ev çawa bibe, bingehê wê emê çawa xurtir bikin nîaqaşên me di vê derbarê de hene. Ji niha û şûnde jî emê hev bişopînin. Weke temen di nav xwe de civiyane zarok, dixwazin berhemên xwe çêkin. Tên vir em dinhêrin fikrên xwe didin, bi perwerdeyê re girêdayî ji xwe divê çawa bê kirin ev tê dayîn. Ew pêşketina wan jî em dişopînin. Ji niha û şûnde jî danûstendinên me wê dewam bikin. Weke proje jî em dixwazin xebatên xwe berfireh bikin. Berê jî me xwest hin xebatan bimeşînin, lê veger destpê kir ev kar nîvco ma. Xebatê Komîna Fîlm a Rojava berdewam dike. Rola xebatên me girîng in û bandorek mezin dikin. Herî dawî di Festîvala Fîlm a Rojava de me vê dît. Ji niha û şûnde jî emê hewl bidin bi civakê re hê zêdetir xebat bimeşînin û vê bighînin zanebûna herî xurt.’’
‘Zarok siberoj in, em hemû ji siberojê berpirsiyar in’

Dîcle Arjîn anî ziman ku Komîna Fîlm a Rojava di Şoreşa Rojava de hatiye avakirin û gelek hevalên wan ên ku di vê xebatê de cih girtin di eniyên berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane. Dîcle Arjîn got “Ji bo em xwedî li mîrateya wan derkevin û hê xurttir bibin, pêşerojê erkekî me yê pir giran jî heye’’ axaftina xwe wiha bidawî kir: ‘’Komîna Fîlm a Rojava fikr û felsefeya xwe ji Rêber Apo digre. Ger ev bingeh neba, dibe ku me behsa vê karê jî nekiriba. Ji bo wê jî em deyndar in ku bikaribin di her alî de layiqî vê bibin. Rêber Apo di civakê de hemû qadên jiyanê fikirî. Ji bo civakekî çi pêwîst e, ji bo gel çi pêwîst e di her alî de fikirî û bingehekî ava kir. Ev bingeh jî xwe ber bi pêşerojê ve dibe. Ji ber wê jî em xebatê zarokan girîng dibînin. Ji ber ku zarok pêşeroja me ne. Em çiqas di fikr û raman de zarokan zane bikin û pêş ve bibin, ev wê pêşeroja civakê jî ava bike. Di vî warî de jî em maneyek pir mezin li vê xebatê bar dikin. Ev erka ku me girtiye ser milê xwe bi zarokan re jî em dixwazin ber bi pêşerojê ve bibin. Em nikarin bêjin tenê dibistan berpirsiyar in. Em jî berpirsiyar in. Di her milî de em berpirsiyariya xwe dibînin û her kes jî divê bi vê berpirsiyarê nêz bibe ku em pêşerojekî azad û di her milî de xwe bipêş xistiye ava bikin.’’

Xeyalên Bana kameravanî û lîstikvaniyek serkeftî ye

Bana Sadûn yek ji wan zarokan e ku niha perwerdê dibîne. Di nav ekîba xwe de him çîrokan dinvîse him jî lîstikvaniyê dike. Bana Sadûn dibêje ku ew bi dîtina ekîba Komîna Fîlm a Rojava çend zarok hatine ba hevdû û biryar dane ew jî filmên xwe bikşînin. Bana Sadûn anî ziman ku ew heya niha perwerdeya kamera, deng dîmen, dekor û lîstikvaniyê dîtine û herî zêde jî çîrok nivîsandin û lîstikvanî bala wê dikşîne. Xeyalên Bana Sadûn ew e ku bibe kameravan û lîstikvanek serkeftî.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ- JÎNHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.