
- Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê dê îsal bi dirûşma “Ji bo aştiyê diyalog” were lidarxistin. Koordînatora mihrîcanê Berfîn Emektarê diyar kir ku xwstin di rewşên giran de tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin û ji bo sûdewariya hunerê ya ji aştî û diyalgoê re wan ev mijar hilbijartine.
Şanoya Bajar a Amedê û Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hev re dê 11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê li dar bixin. Mihrîcan, dê ji 22’yê Nîsanê heta 2’yê Gulanê bidome û bi dirûşma “Ji bo aştiyê diyalog” tê lidarxistin. Ji 19 welatan dê komên şanoyê tev li bibin û 21 performanên sehneyê bên pêşandan.
Koordînatora Mihrîcanê Berfîn Emektar têkildarî naveroka mihrîcanê axivî.
Tecrubeyên xwe parve dikin
Berfîn Emektarê da zanîn ku mihrîcana ewil a şanoyê de bi sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat lidarxistin û wiha domand: “Sê mihrîcan wisa domiyan. Piştî qeyûman jî mihrîcana 9’emîn di bin navê Şanoya Taybet de hate pêşandin. Mihrîcana niha jî dê di bin sîwana rêveberiyên xwecihî yên DEM Partiyî bê lidarxistin. Bi taybet jî me komên ji Rojhilata Navîn vexwendin. Li van herêman şer didome û me jî xwest di şertên giran de tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin. Ji ber sûdewariya hunerê ya ji aştî û diyalogê re, me jî mijara weke ‘Aştî û diyalog’ hilbijart.”
Mihrîcan bi ‘Moraşîn’ê dest pê dike
Bi domdarî Berfîn Emektarê got dê mihrîcan bi lîstika Moraşînê dest pê bike û wiha pê de çû: “Lîstik, a derhênerê ji rojhilatê Kurdistanê Qutbeddîn Sadiqî ye. Mîtolojiyeke Kurdan vedibêje. 50 kes dilîzin û cara ewil e mîtolojiyeke Kurdan ewqas berfireh derdikeve pêşiya temaşevanan.”
Ji Zîmbabve heta Ûkraynayê kom tevlî dibin
Berfîn Emektarê da zanîn ku di bernameyê de dê 21 performans, 24 pêşandan, 4 gotûbêj, 4 panel û 2 atolye bên lidarxistin. Berfîn Emektarê got ku ji Nîjerya, Zîmbabveyê heta Ûkraynayê ji gelek welatan dê kom tev li bibin û zimanê Mihrîcanê dê bi Kurdî, Tirkî û Ingilîzî be. Bi domdarî got ku xebateke wiha berfireh bi alîkariya Enstîtiya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI/UNESCO) li dar dixin, heta niha ji 33 welatan serlêdan hatine kirin.
Berfîn Emektarê herî dwaî jî banga tevlibûna mihrîcanê li her kesî kir.
MA/AMED







