
- Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyand ku dê li Amedê ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî şînê deyne.
Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyand ku dê ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku iyana xwe ji dest da, 2 rojan li Amedê şînê deyne. Li komeleyê têkildarî şîna ku dê 12-13’yê Adarê de bê dayîn, bi beşdariya nivîskar, helbestvan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê civakî daxuyanî hate dayîn. Omer Fîdan di daxuyaniyê de axivî û got: “Huseynî pêşengê Kurdî bû, ev yek me pir xemgîn kir. Em ê li ser rêya wî bimeşin. Ji zaroktiya xwe heta roja dawî jiyana xwe ji bo Kurdî têkoşînekî mezin da. Em ê xwedî li derkevin. Biçûya ku ew der dikir Kurdistan û pêşengiya Kurdî dikir. Bû damezînerê gelek saziyan. Em sibê û dusibê ji bo bibîranîna wî li vir şînê deynin. Em li benda hemû dostan in.”
Windahiyek mezin e
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî diyar kir ku têkoşîna Huseynî ji bo gelê Kurd pir girîng bû û wiha axivî: “Mirina wî em gelek xemgÎn kir. Em ê xwedî li têkoşîna wî derkevin. Em ê li vir 2 rojan ji bo bibîranîna wî şînê deynin. Ew dengê gel û wêjeya Kurdî bû. Ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e. Bila serê gelê Kurd sax be.”
Şîna Huseynî dê di 12-13’yê Adarê de li komeleyê bê danîn.
NAVENDA NÛÇEYAN







