‘Mînîmalîzma bi armanc’ a Kelogsloops

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Kanûn 2024 - 00:29

Hunermendek gava hin tiştan li ser tuwalê nîşan nade û diveşêre, di heman demê de dixwaze temaşevan ango bîner jî daxilî tuwalê bibin. Yanî ew her tiştî bi awayekî hazir raberî bîner nake û ji bîner dixwaze hinek zorê bide hafizeya xwe da ku ji hin tiştan têbigihîje. Heger hunermendek bi awayekî veşartî hin tiştan di berhema xwe de veşartibe ev yek serketina wê ya hunerî jî nîşan dide. Hunermenda bi navê Hieu Nguyen (Kelogsloops) jî di berhemên xwe de li “mînîmalîzmeke bi armanc” diğere û bi hin nîşaneyan vê mînîmalîzmê nişan dide.

Hieu Nguyen bi rêya boyaxa avî berhemên xwe çêdike. Ew di tabloyên xwe de bi hûrgiliyên zindî, rengên dewlemend û tevgerên dinamik dadikeve û kompozîsyonên ava dike li gor van çarçoveyan hazir dike. We bêhtir bi temayên fantastîk dadikeve û gelek caran tabloyên wê weke xewnan tên xuyanê. Ji xwe ew jî dibêje ku ku ez xewn û xeyalên xwe xêz dikim; “Di rêwîtiya xwe ya hunerî de min tim li teswîrkirina xewnên xwe kola. Min dixwest xewnên xwe bi awayekî dîtbarî teswîr bikim. Ez xewnan weke mijareke balkêş dibinim. Ew her çend weke ezmûnên gerdûnû werin xuyakirin jî, bê emsal in û ji bersivan bêhtir bi pirsan dagirtî ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.