Dengbêj Yavuz Aydin ji Agiriyê bo dawetekê hatiye Amedê. Bi hatina xwe ya Amedê re bêguman nedibû ku neçe serdana Mala Dengbêjan a Amedê. Dengbêjê navborî li odeyê ji bo mêvanên dihatin serdanê, gelek kilam gotin û dengê wî jî wek ava zozanên Serhedê xweş û zelal bû. Di nav dengbêjan de yê ciwan dengbêj Yavuz xuya dikir. Her çiqas kilaman diavêt ber dengbêjên Mala Dengbêjan jî lê van dengbêjan xwe nedidan berê. Wan bi şêwaza xwe kilaman digot û Yavûz jî bi şêwaza xwe digot. Geh kilamek herêma Serhedê digot geh kilamek herêma Amedê û deverên din digot. Mêvan û guhdarên xwe gelek şanaz û kêfxweş kir.
Li gorî gotinên dengbêj ew di bin bandora dengbêj Tahiro de maye û xwe wek şagirtê wî dibîne. Dengbêj Tahiro çend sal berê koça dawî kiriye. Dengbêj Yavuz dibêje ku ji temenê zarokatiya ve bala wî li ser dengbêjiyê heye.
Çanda gelê Kurd heta îro anîn
Dengbêj Yavuz piştî civat û kilambêjiya xwe qedand û axivî. Dengbêj Yavuz diyar kir ku ew li Agiriyê li ser dengbêjiyê dişixûle û got ku çi ji destê wî tê ew li ser şopa dengbêjên nemir dimeşe û kilaman dibêje. Dengbêj Yavûz anî ziman ku dengbêjî karekî zehmet e, lê belê çand û jiyana gelê Kurd ji ber ku nehatiye nivîsandin lewma dengbêjî karekî zehmet û girîng e. Dengbêj Yavuz da zanîn ku dengbêjan bi kilam û bêjiya xwe çand û jiyana Kurdan heya niha anîne. Diyar kir ku dengbêjan qewimandin û bûyer û kêfxweşiyên hatine serê Kurdan bi stranên xwe anîne heta roja me ya îro û got:“Em dixwazin ciwanên me yên dengbêj vê çand û hunerê bidomînin.”
Dengbêj Yavuz destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku nifşên pişt wan jî dengbêjiyê berdewam bikin û heke ev çand berdewam neke wê keda dengbêjiyê berhewa bibe. Dengbêj Yavuz anî ziman ku keda dengbêjên koça dawî kirin e berhewa nebûye çimkî dengbêj û stranbêjên ku îro stran û çanda wan bi pêş ve dibin hene. Dengbêj Yavuz da zanîn ku heke xwedî li dengbêjiyê neyê derketin wê ked û kilamên dengbêjên gorbihûşt û yên dengbêjên niha jî wê berhewa bibe. Pêwîste ciwanên gelê Kurd ji “kilamên orkestrayê” bêtir guh bidin dengbêjiyê û li ser dengbêjiyê bişixûlin.
AW/BÎLAL GULDEM