Tor Film li Herema Sachsen a Elmanya’yê ji 2019’an ve di bin banê Hefteya Pirçandî (Interkullturelle Woche) şeva temaşekirina filman organîze dike. Torf Film di serî de bi navê Fokus Kurdistan organîze dikir vê şevê û 7 kurtefilmên Kurdî dan temaşe kirin! Her sal hewl didin li heremê bi filmên Kurdî Kurdan bidin nas kirin! Îsal jî ji bo ev armanc pêk were 5 film neqandin û nîşandana van filman pêk hat.
Her wiha di şeva nîşandana filman de Irina Shestopalova jî weke pîyanîst derket ser dikê û li piyanoyê xist.
Ji van filman sê jê Kurdî, yek Ukranî û yek jê jî ji Reqaya Sûriye ango Erebî bû. Navên filmên di şevê de hatine nîşandan ev in;
Waking up in silence (Ukranî)
Pele (Kurdî)
Zar û Zemar (Kurdî)
Fera Solê (Kurdî)
Sour Tear (Erebî)
NAVENDA NÛÇEYAN