Em ê vê peyamê bigihînin cîhanê

Duşem 1 Îlon 2025 - 03:13

Gulşen Ozer diyar kir ku ji 27'ê Sibatê vir ve dixebitin da ku aştiyê ava bikin û pêvajoya aştiyê pêşve bibin û wiha got," Ev pêvajo fînala tiştê ku me ji 27'ê Sibatê ve kiriye. Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, em ê vê peyamê bigihînin tevahiya cîhanê."

Hevseroka Bajarê Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Ozer, diyar kir ku wan ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê di 1'ê Îlonê de were lidarxistin, kursiya aştiyê ava kirine ku her kes, bikaribe azad ramanên xwe bîne ziman. Gulşen Ozer destnîşan kir ku ew platform dê derfetê bide raya giştî ku pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên çareseriyê yên xwe bîne ziman.

Gulşen Ozer diyar kir ku ji 27'ê Sibatê vir ve dixebitin da ku aştiyê ava bikin û pêvajoya aştiyê pêşve bibin û wiha dewam kir,"Di vê demê de, me di çalakiyên civakî yên wekî 8'ê Adarê û Newrozê de bênavber xebata xwe domand. Di çarçoveya hemû çalakî û xebatên xwe de, me nêzîkî 2 hezar civînên giştî li gundan li dar xistin û di van civînan de, me pêvajo rasterast bi gel re nîqaş kir."

Gulşen Ozer diyar kir ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê wekî fînalekê be û got, "Me ji gel nêrîn wergirtin û bersiva gel da. Ev pêvajo fînala tiştê ku me ji 27'ê Sibatê ve kiriye. Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, em ê vê peyamê bigihînin tevahiya cîhanê. Me di xebata xwe de dît ku ev daxwaza gel derketiye holê. Di destpêkê de, pêvajo hinekî sekinî bû û nehat fêmkirin, lê gava ku em axivîn û me nîqaş kir, ew zelaltir hate fêmkirin."

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.