Parêzerê penaberê Kurd, Meister: Nabe ku êşkence li mirovekî bê kirin. Li dijî terorîzmê jî nabe êşkence bê kirin. Jixwe ji ber dîroka xwe jî lazim e Elmanya vê yekê qebûl neke. Ev doz wê bibe dozeke emsal di vî warî de.
BERDAN DOGAN
Siyaseta krîmînalîzekirinê ya ku dewleta Elman bi dehsalan li ser Kurdan ceriband, niha li dijî gelek aktîvîst û siyasetvanên doza mafan dikin, bi kar tîne. Ji ber vê siyaseta dewleta Elman gelek aktîvîst li dadgehan tên mehkûmkirin û nexasim jî cezayê pere li wan tê birrîn.
Niha dewleta Elman dixwaze vê krîmînalîzekirinê dereceyeke din bilind bike û vê jî dîsa li ser Kurdan diceribîne. Welatiyekî Kurd ê ku ji ber zilma dewleta Tirk reviya li Elmanyayê doza penaberiyê kir. Wî êşkenceya lê hatiye jî îsbat kir. Lê belê bersiva rayedarên Elman ji ecêbê û wêde bû: Êşkence ne ji ber qewmiyet, ziman, dîn û fikra siyasî hatiye kirin, lê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de.
Parêzerê vî welatiyê Kurd, Roland Meister e. Ew dibêje, muwekilê wî yê 39 salî, sala 2009´an gava ku xwendekarê zanîngehê bû, ji ber ku endamê DTP ya hatî girtin bû, lê hatiye gerîn û ji ber vê neçar reviyaye. Roland Meiter da zanîn ku muwekîlê wî demeke dirêj li Qendîlê maye, û wiha dewam kir: “Tevî ku tevlî ti şerê çekdarî nebûye, ew ji ber vê yekê li Tirkiyeyê hat dadgehkirin. Bavê muwekilî min jî salên 1980´yî hatibû girtin û bi îdîaya endamê rêxistinê ye 12 salan di hepsê de mabû. Muwekilê min bi xwe jî di hepsê de êşkenceyê giran lê hatin kirin. Muwekilê min sala 2019‘an bi şert hat berdan. Lê ji ber zextan neçar ma malbata xwe li Tirkiyeyê bihêle û penaberî Elmanyayê bibe.”
Redeke ecêb
Parêzer Roland Meiter dibêje, doza penaberiyê ya muwekilê wî hatiye redkirin, tevî ku êşkenceya lê hatiye kirin, bi delîl û belge ye jî bi hinceta ev êşkence “ne ji ber nijad, fikra siyasî, lê ji ber terorê” lê hatiye kirin.
Meister biryara saziya koçber û penaberan a federal a Elmanyayê (BAMF) weke “biryareke bi kancî” bi nav dike û dibêje, “BAMF´ê bi vê biryara xirab û felaket, xeteke sor binpê kiriye. Heger muwekilê min bişînin Tirkiyeyê, ew ê ji nû ve bikeve hepsê û êşkence lê were kirin. Mirovek li gorî îdîaya BAMF´ê terorîst be jî, nabe ku were dersînorkirinî welatekî ku êşkence lê bê kirin.”
Doz jî lê vekirin
Roland Meister da zanîn ku li gorê qanûna ceza ya Elmanyayê xala 129b´yê doz jî li muwekilê wî hatiye vekirin û wiha peyivî: “Ji ber xebatên wî yên li Tirkiyeyê û bi hinceta endametiya HPG´ê, ev doz hatiye destpêkirin. Ji ber vê dozê polês bi ser odeya li kampa penaberan a muwekilê min de girt û lê geriyan. Yanî li aliyekî ji ber ku doza wî ya penaberiyê hat redkirin, tehlûke heye were dersînorkirin, li aliyê din doza ceza lê hatiye vekirin ji ber endametiya rêxistina biyanî ya terorê li gorî xala 129b´yê. Raporên pisporan li Elmanyayê nîşan didin ku Tirkiye ne li gorî pîvanên dewleta hiqûqê ye, dadgehkirinên adil lê çênabin. Mirov bi hinceta terorê tên dadgehkirin û êşkence li wan tê kirin. Jixwe, ji ber ku ji 129b´yê tî dadgehkirin, nabe ku bê dersînorkirin. Me di parastina xwe de got, muwekilê min xebatên ji bo aştiyê kirine. Parastina Êzîdiyan ji êrişê DAIŞ´ê ne ji xebatên qedexe û neqanûnî ye. Ev karên welê ne ku lazim e mirov bi qedrê wan zanibe û pesnê wan bide.”
Nabe êşkence bê kirin
Ji ber ku BAMF´ê êşkence piçûk dît jî Meister nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Nabe ku êşkence li mirovekî bê kirin. Li dijî terorîzmê jî nabe êşkence bê kirin. Jixwe ji ber dîroka xwe jî lazim e Elmanya vê yekê qebûl neke. Ev doz wê bibe dozeke emsal di vî warî de.”
Parêzer Meister wekî din da zanîn ku muwekilê wî li Şengalê û li Rojava li dijî DAIŞ´ê şer kiriye û biryara Dadgeha Îdarî ya Gelsenkirchenê bi bîr xist: “Di doza endamekî YPG´ê yê bi giranî birîndar bûbû, beriya bi 6 mehan biryar hat dayîn. Dadgeh Îdarî ya Gelsenkirchenê got, YPG ne rêxistineke terorê ye, lê rêxistineke xweparastinê ya rewa ye ku li dijî DAIŞ´ê têdikoşe.”