PDK Kurdistanê parçe dike!

Nûçeyên Forum

În 3 Hezîran 2022 - 04:20

MERWAN ZERDEŞT

 

Li Şengalê piştî êrişa artêşa Iraqê ya di 2’ê Gulanê de her çiqas şer sekinîbe jî pirsgirêkên bingehîn çaraser nebûne. Rast e, di navbera aliyan de îradeyeke ku rê li ber şerekî nû bigire, heta astekê çêbûye, lê hê jî pirsgirêka esasî ango statuya Şengalê, nebûye rojeva esasî ya hevdîtinan. Mijarên ku derdikevin pêş, bi giranî asayîkirina rewşa leşkerî û mijara ewlehiyê ye. Bêguman hin pirsgirêkên ewlehiyê hene ku lazim e di navbera hêzên parastinê yên Şengalê û artêşa Iraqê de werin çareserkirin, lê çavkaniya pirsgirêka Şengalê siyasî û civakî ye, zelalkirina têkiliya Şengal û Iraqê ye. 

Heger dewleta Iraqê îradeya civaka Êzîdî û xweseriya wê ya olî, civakî û rêveberiyê nas bike, ev çareserî wê yekîtiya Iraqê jî xurt bike û rê li ber çareserkirina pirsgirêkên esasî yên Iraqê veke. Pêdiviya esasî ya Iraqê, demokrasî ye û naskirina îradeya civaka Êzîdî wê zemîn û derfetên demokrasiye xurt bike, hêzê bide yekbûna gel û baweriyên Iraqê. Bêguman, li Iraqê bipêşxistina çanda demokrasiyê ne hêsan e. Hem çanda bi hezaran salan a desthilatdariyê heye hem jî gelek aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe rê li ber demokrasiye digirin, parçebûn û belavbûnê li ser Iraqê ferz dikin.

Di vê nuqteyê de hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li tevahiya Iraqê hêza herî dijber a demokrasî û azadiyê PDK ye ku bi polîtîkayên xwe rê li ber şer, pevçûn û aloziyê vedike. PDK ji roja avabûna xwe ve bi siyaseta ku meşandiye parçebûna Kurdistanê kûr kiriye, li her 4 parçeyên Kurdistanê di tesfiyekirina tevgerên neteweyî de bi roleke sereke rabûye. PDK’ê her wiha xwestiye ku çanda azadî û demokrasiyê li Kurdistanê şîn nebe û pergala xwe ya desthilatdariyê li ser koletiya gelê Kurd ava bike. 

PDK niha heman siyasetê li Iraqê jî dimeşîne. Di serî de Şengal, li ku derê hêzeke demokrasî û azadiyê hebe dixwaze tesfiye bike. Dewleta Tirk a dagirker û hêzên navteweyî jî PDK’ê ne tenê li hemberî PKK’ê, lê di heman demê de li hemberî gelên Rojhilata Navîn bi kar tînin. PDK niha hem di destê hêzên kapîtalîst de hem jî bi taybetî di destê dewleta Tirk a dagirker de wekî amûreke mêtingeriyê tê bikaranîn. PDK ne tenê li hemberî azadiya gelê Kurd lê belê li hemberî azadî û demokrasiya gelê Ereb jî tê bikaranîn. Ev sedema hebûna bingehîn a PDK´ê ye û cihê ku demokrasî û azadî lê hebin, ne mumkin e PDK hebe.

Ji ber vê rastiyê PDK niha hem Kurdistanê hem jî Iraqê û gelê Ereb parçe dike. PDK dixwaze deriyê Kurdistanê û Iraqê ji dagirkeran re li piştê veke. Sedema ku ber bi pîlana Mîsak-i Mîllî ya dewleta Tirk ve dibeze jî ev e. Gelo PDK nizane ku heger ‘Osmaniya Nû’ ava bibe, wê koletî û xulamtî bibe para gelê Kurd û Ereb? Bêguman PDK bi vê rastiyê baş dizane û xizmeta vê rastiyê dike.

Em bala xwe bidin rewşa siyasî ya li Iraqê. Di ser hilbijartinê re 8 meh derbas bûne, lê hikûmeta nû ava nebûye. Ji ber ku heta serokkomar neyê hilbijartin, hikûmeta nû jî ava nabe. Em bînin bîra xwe, PDK çima Hoşyar Zêbarî ku bi her tişta xwe ve dijminê civakê ye ji bo serokkomariya Iraqê wekî namzet nîşan da? Gelo nizanibû ku yekî wek Zêbarî ji alîyê ti kesî ve nayê qebûlkirin? Gelo nizanibû ev ê bibe sedem mala Kurd a li Iraqê parçe bibe û YNK helwêstê bi pêş bixe. Bêguman PDK nebe jî sultanê wan Erdogan vê baş dizanî û krîza siyasî ya li Iraqê bi zanebûn hate kûr û gurkirin. Krîza siyasî ya li Iraqê herî zêde di berjewendiya dewleta Tirk a dagirker de ye ku dikare êrişên xwe yên dagirkeriyê bêhesab bimeşîne.

Rastiya PDK’ê ji aliyê gele Kurd ve êdî bi her tiştê xwe ve tê zanîn. Niha, gelên Iraqê jî rastiya PDK’ê baştir nas dikin. Fêm dikin û dibînin ku PDK dixwaze Iraqê jî parçe bike, gelê Ereb parçe bike û bixe bin xizmeta dagirkeran. Ji ber vê yekê, PDK li Kurdistanê jî li Iraqê jî bi her awayî teşhîr û îzole bûye. Ji Mesrûr heya Nêçîrvan malbata Barzaniyan welat welat digerin û ji bo desthilatdariya xwe dewam bikin derfetên Kurdistanê hemûyan pêşkeşî wan dikin. Çawa ku Erdogan li hemberî tevgera azadiyê her tişta Tirkiyeyê pêşkeşî gelek welatan dike, malbata Barzaniyan jî li ser Kurdistanê heman tiştî dike. Jixwe, Erdogan biçe kîjan welatî, malbata Barzanî jî dide pey. Çawa dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya NATO’yê li ser piyan disekine, PDK jî ji aliyê van hêzan ve tê parastin. Lê êdî serdema azadî û demokrasiyê nêz e û ti kes nikare rê li ber têkçûna dewleta Tirk û PDK’ê bigire.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.