Paşeroj û siberoja sînemaya Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 28 Nîsan 2025 - 02:45

  • Di Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de li ser paşeroj, niha û siberoja sînemaya Kurd panel hat lidarxistin. Her wiha sînemavanê Galîsyayî Olmo Couto ku ev çend sal in li Rojava ye û xebatên sînemayê dibe serî, behsa belgefilma xwe ya ‘Serêkaniyê” kir.

FIRAZ BARAN / DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê 2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurd tê lidarxistin, bi eleqeyeke mezin didome.

Di çarçoveya festîvalê de li ser paşeroj, niha û siberoja sînemaya Kurdî paneleke taybet hat lidarxistin. Di panela ku moderatoriya wê Serhat Haluku û wergervaniya wê Jiaer Mohedien kir, derhênerên bi navê Cemîle Şahîn, Ekrem Heydo, Hewraz Muhammed û Shahram Alîdî serpêhatiyên xwe parve kirin.

Shahram Alîdî piştî “Şoreşa Îslamî” ya Rojhilat behsa zext û sansura li qada sînemayê kir. Alîdî diyar kir ku sînemaya Kurd li hemberî sansûr û zextan têdikoşe û anî ziman ku di sînemayê de nifşê nû bi xurtî dest bi îfadekirina nasnameya xwe kiriye.

Divê serpêhatiyên Kurdan werin belgekirin

Hewraz Muhammed jî rewşa Kurdan a di sînemayê de nirxand. Muhammed da zanîn ku di dîrokê de bi nêrîneke oryantalîstî yan jî bi çavê dagirkeran behsa Kurdan hatiye kirin û destnîşan kir ku divê Kurd êdî bi ziman û nêrîna xwe çîrokên xwe bi rêya sînemayê vebêjin. Derhênerê belgefîlman Ekrem Heydo diyar kir ku eger çîrokên civaka Kurd neyên belgekirin, dibe ku bên jibîrkirin. Heydo anî ziman ku divê çîrokên çar parçeyên Kurdistanê bên pêşandan û got, "Hem di sînemaya belgefîlm û hem jî di sînemaya çîrokî de veguhestina hestan mimkun e."

Li dîasporayê parastina nasnameyê 

Derhêner Cemîle Şahîn bal kişand ser têkoşîna Kurdên dîasporayê yê li Ewropayê û bi rêya sînameyê parastina nasnameya xwe. Cemîle Şahîn destnîşan kir ku ew bi fîlmên Yilmaz Guney mezin bûye lê Kurdî di sînemayê de têra xwe cih negirtiye û anî ziman ku piştî Berxwedana Kobanê li Ewropayê nasnameya Kurd zêdetir derketiye holê.

Siberoja sînemaya Kurd

Di panelê de cih û pêşeroja sînemaya Kurdî ya li Ewropayê jî hat nîqaşkirin. Derhêneran diyar kirin ku ji bo sînemaya Kurdî di qada navneteweyî de zêdetir bêê dîtin divê kalîteya hilberînê bê zêdekirin û lobiyeke sînemayê ya xurt bê avakirin. Li pirtûkfiroşa BibaBuZe ya navçeya Bilk a Dusseldorfê wê çalakiya xwendinê ya nivîskar Jana Seyda hat lidarxistin. Nivîskar Jana Seyda li Amûdê ji dayik bûye, beşên romana xwe ya "Jineke Mîrî Li Cîhangirê" xwend. Çalakî bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Festîvala ku bi tevlêbûneke xurt didome, wê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe.

 

Sînemavanekî dilsoz; Olmo Couto

Li Rojavayê Kurdistanê welatekî nû tê avakirin. Piştî Şoreşa 19ê Tîrmehê (2012) qedexe bi dawî bûn. Piştî şoreşê hemû dibistan, ji dibistana seretayî bigire heta zanîngehê perwerdehiyê bi zimanê Kurdî didin. Sînema, muzîk û şanoya Kurdî bi lez pêş dikeve.

Gelek enternasyonalîst jî bi zanîna xwe beşdarîya serdema damezrandinê bûn. Yek ji wan Olmo Couto ye. Ew derhênerê wêne û dîmenkêşiyê ye. Di heman demê de Operatorê Kamera, Gimball û Drone ye. Olmo Couto di navbera salên 2017 û 2022an de li Rojavayê dimîne û derhênerê dîmenê ya fîlmên “Kobanê”, “Berbû” û “12 Siwariyên Şengalê” ye. Ew di rêzefîlmên televîzyonê û belgefîlman de jî xebitiye.

Olmo Couto, beşdarî Komîna Fîlm a Rojava bûye û zanîna xwe bi xwendekarên ciwan re parve kiriye. Ji ber vê sedemê, em dikarin bi hêsanî vê bibêjin: Dema ku dîroka sînemaya Kurdî ya Rojava were nivîsandin, bêguman navê Olmo Couto jî bi tîpên zêrîn dê were nivîsandin. Ew di asteke profesyonel de beşdarî vê xebatê bûye û di avakirinê de cih girtiye. Gelê Kurd dê her tim spasdarê Olmo û hevalên wî yên Enternasyonel be. Ew di demên herî dijwar de li kêleka gelê Kurd rawestiyan. Dema ku gelê me xwe ji nû ve diafirand, bi zanîna xwe bûn hevrêyên gelê me.

Dokumentara ‘Serê Kaniyê’

Olmo Couto dema li Rojavayê bûye dokumentarek jî kişandiye. Ev dokumentar bi navê “Serê Kaniyê” cara yekem di 24ê Avrelê de li 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê hate nîşandan. Ango promiyera cîhanî li vir pêk hat.

Danasîna Dokumentarê

Nav: Serê Kaniyê
Welat: Rojavayê Kurdistanê
Ziman: Kurdî û Erebî
Sal: 2025
Dem: 60 deqe

Mijara Dokumentarê

Olmo Couto beriya dagirkeriyê demeke dirêj li Serêkaniyê maye. Li vir dest bi dokumentarê kiriye. Çîrokên çend jinên têkoşer girtiye kamerayê. Wê demê dewleta Tirk û hezên Îslamîst Serêkaniyê dagir dikin. Olmo van êrîşan jî bi kameraya xwe tomar kiriye. Piştî pêşandanê, me hevpeyvînek kurt bi Olmo Couto re kir. 

‘Xebatên jinên li Rojava pîroz in’

Olmo li Rojavayê Kurdistanê fêrî Kurdî jî bûye û bi me re Kurdî axivî. Wî bersivên jêrîn dan pirsên me: “Ez xelkê Galîsyayê (Galiza) me. Min biryar da ku ji bo salekê biçim Rojava. Lê ez nêzîkî 6 salan mam. Ez dikarim bêjim ku ez çûm hemû bajarên Rojavayê. Taybetî ez di nav xebatên sînemayê de bûm. Lê ez tevlî xebatên cuda jî bûm. Wek mînak: Dema dagirkirina Serêkaniyê ez xebatkarê tendurîstiyê bûm. Ez endamê Komîna Fîlm a Rojava me. Li Rojava xebata jinan girîng e. Ez pîroz dibînim. Dokumentara ‘Serê Kaniyê’ çîroka jinên tekoşer vedibêje. Ez dixwazim spasiya Komîna Fîlm a Rojava bikim. Alîkarî dan min û min ev dokumentar çêkir. Dîsa bo mêvanperweriyê spasiya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê jî dikim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.