- Hunermend Hesen Zîrek ku 51 salan jiya, gelek stran çêkir û li ser radyoyên Iraq û Îranê tomar kir. Zîrek yekem strana xwe di sala 1953’yan de li ser Radyoya Bexda tomar dike û bi vî awayî dengê wî sînoran derbas dike.
Her dengek hewara mirovatiyê yan jî hewara êşa gel û civakekê ye. Yek bi helbestan tîne ziman, yek din bi mûzîk û sitranan, yek din bi siyasetê û yek din jî bi navîsandin û dahênanê. Bê guman rêyên din jî ji bo gihandina vê hewarê hene. Hesen Zîrek jî yek ji wan mirovane ku hewara xwe û netewa xwe bi sitranan aniye ser ziman.
Îro di dîroka hunera Kurdî de rojek xemgîn û bi êşe. Rojeke ku ne kes ji bîr dike, ne jî hunera wî hunermendî jê digere ku vê rojê ji bîr bike. Ew jî hunermend Hesen Zîrek e ku beriya 53 salan bi nexweşiyê koça dawî kiriye.
Hunermend Hesen Zîrek, di sala 1921’ê de li gundê Hermêlê yê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Dema Hesen Zîrek dibe 11 salî, bavê wî diçe ser dilovaniya xwe. Piştî wê malbata wê ji gundê Hermêle diçin bajarê Seqiz. Piştre dayîka wî dizewice, lê ev rewş bandorek mezin a nerênî li ser jiyana Zîrek dike û zehmetiyan dikişîne. Zîrek di 12 saliya xwe de terka Bokanê kiriye û çûye bajarê Seqizê. Di 15 saliya xwe de dîsa vegeriyaye Bokanê, lê vê carê li wir pir nemaye û ji bo ji xwere karekî peyda bike çûye Tewrêz û Tehranê. Di vê demê de Zîrek gelek zor û zehmetî kişandine. Di gelek karan de xebitiye. Hema bibêje tu kar nemaye nekiriye. Zîrek di xortaniya xwe de ji karkerî û şivantiyê bigire di gelek karan de xebitiye. Piştî demekê ji Tewrêzê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Li wir li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezên bi cih bûye. Navê bavê wî Ebdullahe, navê dayîka wî jî Emîne ye. Dema ku bavê wî li gundê Hermêle li cem axayê gund dimîne ji ber jêhatina xwe navê Zîrek lê tê kirin. Ev nasnav bi Hesen ve jî tê kirin û tê gotin Hesen Zîrek.
Li Radyoya Bexda, Tehran û Kirmaşanê stran tomar dike
Hunermend Hesen Zîrek ku 51 salan jiya, gelek stran çêkir û li ser radyoyên Iraq û Îranê tomar kir. Zîrek yekem strana xwe di sala 1953’yan de li ser Radyoya Bexda tomar dike û êdî dengê wî sînoran derbas dike. Li Bexdayê nêzî 70 stranên Kurdî tomar dike. Li her derê stranên wî tên belavkirin û guhdarkirin. Piştî sala 1958’an Hesen Zîrek carek din divegere Îranê, diçe li Tehranê li ser radyoya Tehran beşê Kurdî stranan dibêje. Li ser Radyoya Tehranê 39 stranan tomar dike. Piştre di sala 1962’an de peywendî li gel radyoya Kirmaşan danî û li radyoya Kirmaşanê 83 stranên xwe tomar dike. Zîrek berhemên xwe yên herî baş dinava wan du salan de bi rêya orkestraya Kirmaşan, bi alîkariya Mamosta Mucteba Mîrzade tomar dike.
Stran û helbestan jiber dizanî
Hesen Zîrek li gelek gund, navçe û bajarên Kurdistanê digere, êş û zehmetiyên gelê Kurd bi çavê xwe dibîne. Ev êş û xwezaya Kurdistanê herwiha rojên netewî yên Kurdan bi gotina stranan tîne ser ziman. Zîrek resentiya Kurdî parastiye û ji herkesê re stran gotiye. Ji bona wê ye tevayî gelê Kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dikin û guhdar dikin. Tevî ku xwendin û nivîsandina Hesen Zîrek nebû, lê piraniya stran û helbest yên wî bi xwe ne û ezbere kiriye. Wî bixwe jî muzîk jêre derxistiye. Evj î yekbû ji taybetmendî û cûdahiyên Hesen Zîrek. Her wiha bûye çavkanî û rênîşander ji bo sedan hunermendan.
1500 stran
Hesen Zîrek di tevahiya temenê xwe de 1500 stran tomar kiriye. Her wiha gelek helbestên helbestvanên weke; Nalî, Wefayî, Seyîd Kamil, Îmamî, Kurdî, Pîremêrd, Hêmin, Tahir Beg Caf vehunandine û xistiye stran.
Siruda ‘Newroz’ ku li çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin yek ji berhemên wî yên herî binav û denge ku helbesta Pîremêrde, Hesen Zîrek xistiye stran.
Zîrek di sala 1958’an de li gel Medya Zendî dizewice, du zarokên wan ên bi navê Arezû û Sakar çêdibin û li sala 1971’an de bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Piştî salekê têkoşîna bi nexweşiyê re winda dike û di 26’ê Hezîrana 1972’yan de jiyana xwe ji dest dide.
Cenazeyê Hesen Zîrek li ser wesiyeta wî li Rojhilatê Kurdistan li bajarê Bokan yê parêzgeha Urmiye dispêrin axê.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN