Hunermendê Kurd Eta Çavşîn, di 5’emîn salvegera wefata xwe de, ji aliyê Komeleya Hunerê ya Netewî ya Kurdistanê ve, li ber peykerê wî yê li Silêmaniyê hate bîranîn.
Li parka Hunermend Eta Çavşîn ya li bajarê Silêmaniyê, bi pêşengtiya Komeleya Hunerê ya Netewî ya Kurdistanê, Hunermendê Kurd Eta Çavşîn di 5’emîn salvegera wefata xwe de hate bîranîn. Di bîranînê de destegul li ber peykerê hunermend Eta Çavşîn hate danîn.
Serokê Komeleyê Cezayî Saz di bîranînê de axivî û got: “Îro pêncemîn salvegera koça dawî ya hunermend, helbestvan û bestekarê Kurd Eta Çavşîn e. Bi dirûşmeya ‘Em dilsozê Çavşîn in’, min û hevalên min hewl da ku li ber peykerê wî yê li parka bi navê ‘Eta Çavşîn’ wî bi bîr bînin. Merasîm bi nûkirina tabloya li baxçe û danîna destegul û kulîlkan bi amadebûna hejmarek hevalên hunermend ên rehmetî destpê kir. Armanca me ewe ku em dilsoziya xwe ji bo hunermendên ku di serdemek dijwar û bindest de xizmeta hunera Kurdî kirine, îspat bikin.”
Hêjayî gotinêye ku Hunermend Eta Emîn bi nasnav Eta Çavşîn di sala 1961’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Bi dirêjiya 35 salan xizmeta hunera Kurdî kiriye û xwediyê bi dehan berhemane. Ew di beste, meqam û bendbejiyê de jêhatî bû. Di sala 2020’an de li Silêmaniyê ji ber vîrusa koronayê wefat kir.
ROJNEWS/SILÊMANÎ