Pêşengê fikira Apoyî: Ferhad Şiblî
Çarşem 18 Hezîran 2025 - 03:40
Şoreşger û têkoşer Ferhad Şiblî ye yek ji pêşengên têkoşîna ji bo azadiya gel bû, bi fikir û ramana xwe ya salan di dilê gelan de cihê xwe girt. Bi ser şehadeta wî re 3 sal derbas bûn, lê xewn û xeyala wan bi pêşengiya jin û ciwanan dewam dike.
Di ser şehadeta Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Şiblî (Ferhad Dêrik) re du sal derbas bûn. Ferhad Dêrik ku ji bo dermankirina nexweşiya xwe çûbû Silêmaniyê, roja 17’ê Hezîrana 2022’yan li herêma Kelarê di encama bomberana balafira bê mirov a bi çek a dewlet Tirk de, li gel 3 hevalên xwe şehîd bibû.
Şoreşger Ferhad Dêrik ku di sala 1977’an li gundê Qidrêrik ê girêdayî navçeya Dêrikê jidayik bû, ji destpêka salên 1990`î ve dest bi têkoşînê kir. Bi rêya dayika xwe Şêrîn Omer tevgera azadiya Kurdistanê nas kir û di 1993’an de tev li kar û xebatê şoreşgeriyê bû. Ferhad Dêrik di wan salan de li gelek herêm û bajarên Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê xebat meşandin. Di sala 1997’an de li cem Rêber APO perwerde dît, piştre jî derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Li gelek deverên Herêmên Parastina Medayayê û Wargeha Şehîd Ristem Cûdî (Mexmûr) kar meşandiye.
Bû pêşengê şoreşê
Bi destpêkirina bihara gelan û aloziya li Suriyeyê re Ferhad Dêrik jî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Di pêşengiya wî û hevalên wî de kurdên Rojava jî xwe li gorî şertên demê rêxistin kirin û sazumaniya xwe pêk anîn. Di vê çarçoveyê de sala 2011’an Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) hate avakirin û Ferhad Dêrik bû yek ji damezirînerên wê. Dema Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) destpê kir jî bû yek ji pêşengên şoreşê. Di aliyê parastin, rêxistinkirin û perwerdekirina civakê de rolek girîng dilîze. Bi taybetî li Heleb û Efrînê di rizgarkirina herêman û avakirina pergala gel de pêşengiyê dike.
Li gel rizgarkirina herêman, sîstema rêveberiya xweser jî tê avakirin (2014) û Ferhat Dêrik bû yek ji pêşengên vê xebatê jî. Ji komûn heta meclis û rêveberiyên herêman gel rêxistin û araste kir. Tevî ku di şer de lingekî xwe winda kiribû jî, ji Heleb, Efrîn, heta Minbic, Kobanê, Girê Sipî, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê gel perwerde kir, sîstem da nasandin û bi têkoşîna xwe cihê xwe di nava civakê de çêkir. Herî dawiyê wekî Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat hilbijartin. Şoreşger Ferhad Dêrik li gel xebatên avakirina sîstema xweseriyê, bi nexweşiyan re jî têdikoşiya. Di vê çarçoveyê de sala 2022’an ji bo tedawiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Lê nemerdan ew xistibûn hedefa xwe. Roja 17’ê Hezîrana 2022’an dema li gel 3 hevalên li navçeya Kelar a Silêmaniyê bû, balafirek keşfê ya bi çek a dewleta Tirk a dagirker wesayîta wan bombebaran kir. Di êrişê de şoreşger Ferhad Dêrik û 3 hevalên xwe şehîd bûn.
ROJNEWS