Reqs û çîrokbêjiya Kurdî bi hev re

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 00:41

Çîrokbêj Ayhan Erkmen û koma dansa nûjen “Bi Hev Re Reqs”, ji temaşevanên li Stenbolê re performanseke sehnê ya ku ew ê neyê jibîrkirin pêşkêş kirin. Lîstika bi navê “ŞANOYA REQSÊ”, ku çîrokbêjî û dansê bi hev re tîne cem hev, li Navenda Çandê ya Mustafa Saffet a li Ataşehirê hat pêşandan. Pêşandan bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin û bi çepikên xurt hat silavkirin.

Ayhan Erkmen, bi koma dansê “Bi Hev Re Reqs” re, ku nêzî salek berê li Stenbolê hatibû damezrandin, hevkariyek xweşik ava kir. Di pêşandanê de ne tenê dans, herwiha çîrokên bandorker ên edebiyata devkî ya Kurdî jî hatin pêşkêşkirin.

Şagirtên Arsen Polatov in

Yek ji damezrênerên komê, Hasan Cansu, diyar kir ku “Bi Hev Re Reqs” kolektîfek hunerî ya serbixwe ye ku bi ruhê amatorî dest bi rê kiriye. Cansu, ku perwerdeya xwe ji hunermendê pandomîm ê navdar ê Kurd Arsen Polatov wergirtî, armanca bingehîn a komê wiha vegot: “Em dixwazin bi bingehgirtina çanda Kurdî, hunerên wekî dans, şano û pandomîmê bigihînin her kesî. Em armanc dikin ku bi afirîneriya ku ruhê amatorî tîne, hunerê hilberînin û vê pêvajoyê bi zemîneke siyasî re bigihînin hev.” Endamên din ên komê Şevin Ulusoy, Gökmen Turgut, Emine Sağlam, Hakan Tarım, Melike Korkmaz, Murat Turgut, Sarya Turgut û Ronahî İrikmen in. Ji bo dansên bi navê “Kor”, “Elo Dîno” û “Teyrê Baz” ên di lîstikê de cih girtin, bi hefteyan hazirî kirin da ku performanseke baş derkeve holê.

Ji bo bibîranîna Arsen Polatov

Çîrokbêj Ayhan Erkmen jî anî ziman ku ji pêşniyara vê lîstikê pir bi kelecan bûye û got: “Ev proje ji bo bîranîna pandomîmkarê navdar Arsen Polatov hat amadekirin. Min bi çîroka Polatov re, karakterên girîng ên edebiyata devkî ya Kurdî yên wekî Elo Dîno, Siyo, Zelixan û İsmailê Kelekçi anîn ser sehnê.” Li ser sehnê, hunermendê MKM’ê Engin Cengiz bi saz û bilûra xwe bi Erkmen re bû.  Erkmen, ku heft mehên amadekariyê kir, diyar kir ku bi malbata Polatov re li Rûsyayê têkilî danîye û ji bo çîroka İsmail Kelekçi çûye Karakoçanê, li wir ji dengbêj Osman Akyol stran berhev kiriye. Ev stran di dema lîstikê de bi vîdyoyê bi temaşevanan re hat parvekirin.

Sêwirana dîtbarî û xebatên afîşê yên pêşandanê ji aliyê Roj Yiğit ve hatin amadekirin. Tîmê lîstikê, ji ber eleqeya mezin a ku pêşandanê dît, hêvî kir ku “ŞANOYA REQSÊ” li bajarên cuda jî bê nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.