Roja yekem ya Festîvala Helbestvanên Jin li Ranyayê bi dirûşmeya “Helbest Jiyane û Wêje Çavkaniya Nûjeniyê ye” hate lidarxistin. Nêzîkî 20 helbestvanên jin ji bajar û bajarokên cuda yên Herêma Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn.
Rêveberiya Çand û Hunerê ya Raperînê roja yekem a Festîvala Helbestvanên Jin li Hola Çandî ya Ranyayê bi beşdariya nêzîkî 20 helbestvanên jin yên ji Silêmanî, Hewler, Helebce, Koye, Kerkûk, Ranya û Qeladizê lidar xist.
Helbestvanên jin Nesrîn Tanya, Leyla Mistefa, Tara Emîn Sepan, Rêzan Qesab, Beyan Eskerî, Henar Muftî, Avan Hadî Omer, Beyan Îbrahîm, Hebîbe Baban, Awêzan Nûrî, Perî Şêx Salih, Zuhre Mehmûd Ebdullah, Rewend Salih, Şino Mihemed, Roj Helepceyî, Rûxoş Mİstefa û Ciwane Kerîm beşdarî festîvalê bûn.
Her wiha hejmarek ji nivîskar, helbestvan û hezkiriyên wêjeyê yên Başûrê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn.
‘Divê jin binivisînin’
Yek ji helbestvanên beşdarî festîvalê bûye, Rewand Salih têkildarî festîvalê axivî û got; “Jinên me yên jêhatî, xwedî behre hene, lê kêmin. Di dîroka wêjeya Kurdî ya Başûrê Kurdistanê de, ku wekî helbest tê zanîn, Nalî û Mehwîn hene. Lê piştî wê demê û guhertinê, hîn jî di vî warî de jinên me pir kêm in. Divê îro gelek jin xwedî şiyana nivîsandinê bin. Ji ber ku jinên Kurd ji trajediyan û demên pir xirab derbas bûne. Ji ber vê yekê, divê em jin bi nivîsandinê maf û azadiyên xwe biparêzin. Min di gelek konferans û li gelek cihan de tekez kiriye ku divê em li ser pirsgirêkên jinan bixebitin. Lêbelê, lêkolîna min ya ji bo nivîsandinê bêhtir li ser pirsgirêkên jinan disekine. Lê nivîskarên me yên ku li ser pirsgirêkên jinan dixebitin, pir kêm in. Hene, lê ew kem in û pir ji vê mijarê dûr in, ku ev yek jî valahiyek e.”
‘Pirsgirêkên jinan cuda ne’
Her wisa ji beşdarên festîvalê helbestvan Hebîbe Baban jî hestên xwe bi van gotinan anî ziman; “Bêgûman, jin di tu warî de di civakê de bêpar nînin. Ew dikarin zanîna xwe bikar bînin û di vî warî de têbikoşin. Ji bo ku ew bikaribin di hemû waran de li kêleka nivîskar û rewşenbîrên mêr rolek bilîzin. Pirsgirêkên jinan cuda ne. Pirsgirêkên ku jin di civaka Kurdî de pê re rûbirû dimînin ji ber cûdahiyên zayendî û cudakariyê ne. Ji ber vê yekê, me girîng dît ku helbestvanên jin beşdarî vê festîvalê bibin û nivîs û helbestên xwe bêhtir bi pirsgirêk û mijarên jinan ve gire bidin.”
ROJNEWS/RANYA