Komkujiya Berxbotanê nayê jibîrkirin

Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 03:10

10 sal di ser komkujiya gundê Berxbotanê yê Kobanê re derbas bûn ku çeteyên DAIŞ’ê kiribû. Nebîl Ebudilrezaq Keçel ku di komkujiyê de dê, bav û xwişka wî şehîd bûne, diyar kir ku çi qas sal derbas bibin jî ew komkujî nayê jibîrkirin.

5 meh piştî rizgarkirina Kobanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve, çeteyên DAIŞ'ê bi desteka dewleta Tirk a dagirker, berbanga 25’ê Hezîrana 2015’an anku roja 9’an a Remezanê, li Kobanê komkujiyek pêk anî. 

Çeteyan cilên YPG’ê li xwe kiribûn û destpêkê ketin gundê Berxbotan, piştre jî navenda Kobanê û komkujî pêk anî. Di encamê de 253 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Yek ji şahidên komkujiyê Nebîl Ebudilrezaq Keçel bû ku dayik, bav û xwişka wî di komkujiyê de xwe şehîd bûne. Di salvegera 10 ’emîn a komkujiyê de wan rojan bi bîr tîne.

Nebîl Ebudilrezaq Keçel da zanîn ku 25’ê Hezîranê ew bi dengê guleyan ji xew şiyar bûne û got: "Dayik û bavê min ji bo nimêja sibehê ji xwe rabûn. Bavê min derket ji bo agahiyan ji Asayîşê wergire. Ew di demeke kin de gihaştin ser rêya 48'an ya bajarê Kobanê. Lê ji ber ku rê girtibûn, 6 hevalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn, loma jî bavê min vegeriya gund.”

Nebîl Ebudilrezaq Keçel bi bîr xist ku dema bavê wî vegeriya gund, dengê fîşekan pir bû û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ'ê zarok, pîr, kal, jin û  mêr ku di xew de bûn, qetil kirin. Hin pitik di pêçekê de û di xew de şehîd kirin. Dê, bav û xwişka min jî di nav de, li Berxbotanê 27  kes şehîd bûbûn. Wê demê ez bi dengê fîşekan bi xwe hesiyam. Min çawa dengê fîşekan bihîst, min zanî ew çete ne.”

Nebîl Ebudilrezaq Keçel got: "Dayika min hîna nizanibû çete ketine gund. Çete çawa xwe ji erebeya xwe diavêjin, dibêjin ‘Allahu ekber’. Hingê dayika min dizane ew çete ne. Dayika min vedigere û qîr dike û dibêje ew çete ne. Wan çawa ew bihîst, fîşek li dayika min barandin. Çawa ku xwişka min dît fîşek li dayika min ketin, qîr kir û bi ber aliyê dayikê ve baz da. Çeteyan xwişka min jî qetil kir. Piştre pismamê min li min rast hat, ji min re got dayik û xwişka te şehîd bûne û bavê te jî dema ku dihat, ew jî şehîd bûye."

Di dawiya axaftina xwe de Nebîl Ebudilrezaq Keçel got: "Ew roj rojeke giran û reş bû, her çi qas sal derbas bibin, lê êş wekî xwe ye. Di wê sihebê de xwîna sor, hawara zarok, jin, kal û pîran dihat. Dema ku ev roj tê bîra min, hemû hestên min xemgîn dibin, gul diçilmisin û hemû dengê qîrînan dikeve guhê min. Em dibêjin ew roj here û venegere. Em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin."

ANHA/KOBANÊ/SARYA ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.