Festîvala Zîlan a Jinan

Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:25

MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ

Festîvala Zîlan a Jinan a 19’an li bajarê Leverkusen a Elmanyayê di 21’ê Hezîranê roja Şemiyê hate lidarxistin. Gelek jinên Kurd ên li Elmanya, Belçîka û Hollandayê jiyan dikirin, tevlî festîvalê bûn. Axaftina destpêkê ji aliyê nûnera KJAR’ê Meryem Rojhilat ve hate kirin. Meryem Rojhilat Bal kişand şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û destnîna kir ku ev şer ji bo xelkê Rojhilat gefeke cidî ava dike. Rojhilat da zanîn ku tevgera Kurd wê nebe aliyekî vî şerê û got:’’Gelê Kurd li derveyî şerên hegemonîk, bi şoreşa Jin Jiyan Azadî, rêya sêyemîn dimeşînin. Girtiyên azadiyê di bin zexteke zêde de ne. Di vê pêvajoyê de paratina gel û mafan, berpirsiyariyeke dîrokî ye. Paradîgmaya Rêber APO ya sêyemîn, di serî de tevgera jinan a Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, modeleke çareseriyê ya jiyanî ye.’’

Di festîvalê de bi navê Înîsiyatîfa Têkoşîna Azadiya Neteweyî ya Belûcî Safia Mansûr jî axaftinek kir. Herwiha peyama piştgiriyê ya ji aliyê Jinên Elewî yên li Sûriyeyê hate xwendin. 

Bernameya mûzîkê ya festîvalê jî gelekî zindî bû. Berfîn Mamedova, Sosin, Nûarîn, Binevş Cizîrî, Zînê Botanî, Ozgur Işik û Fatoş Erîklî derketin ser dikê. Herwiha koma Hunera Mizgîn ku cara yekem derkete ser dikê, gelekî hate ecibandin. Koma Dengbêjên Jin, govend û erebaneyê jî rengeke cuda xiste nava festîvalê. Hunermendan di nav stranên xwe de bi peyamên xwe şehîdên jin bibîranîn, ji bo parastina destketiyên Rojava û naskirina statuya li wir di asta cîhanî de, banga dewamkirina tekoşînê kirin. 

Ji ber li Leverkusenê hewa xweş bû, jin û ciwan, li bexçeya li pêş salonê, bi stranên Kurdî govend gerandin. Nêzî 250 ciwan heta derengiya rojê stran gotin, bi dirûşmeyan govend gerandin. Di vê navberê de mêvanê taybet ê festîvalê jî mamosteyên Ma Zarok bûn. Zarok li dora yek ji mamostayê Zarok Ma Şêrko Kanîwar kom bûn û kêliyên xweş derbas kirin. Festîvala Zîlan a Jinan a 19’an ku huner, siyaset û tekoşîna civakî anî ba hev, bi atmosfera xurt ku bi rihê jin jiyan azadî hatibû hunandin, ber bi êvarî bi dawî bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.