Hunermendiya xwezayê û ecêbên cîhanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 28 Hezîran 2025 - 00:41

  • Wêneyên xwezayê yên ji hewayê ve hatine girtin hunermendiya xwezayê careke din raberî me dike û nîşan dide ku xweza yek ji hunermenda herî bi hêz û bi bandor e. Ev wêne dihêlin ku em bi nêrîneke nû û ezmanî li ecêbên cîhanê ecêbmayî bimînin.

Astronom Carl Sagan cîhanê wekî “nuqteyek şîn a çilmisokî” binav kir. Di fezayê de, ji mesafeyeke pir dûr de, dibe ku ev rast be, lê gava ku hûn hinekî nêzîk bibin, hûn ê keskên zindî û sorên tarî, her wiha okyanûsên hûrik û erdên ku çiya li ser in bibînin. Xwezaya Dayik hunermendek e û delîla herî mezin a vê yekê wêneyên hewayî yên bêdawî ne ku ji hêla Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ve hatine girtin. Ev wêne dihêlin ku em bi nêrîneke nû û ezmanî li ecêbên cîhanê ecêbmayî bimînin.

Bi salan, wêneyên satelîtê ji hêla mîsyonên çavdêriya Cîhanê yên bi navên Copernicus Sentinel-1, Copernicus Sentinel-2 û Copernicus Sentinel-3, ku ji hêla Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ve hatine pêşxistin û xebitandin, hatine girtin. Ev mîsyon, ku bi rêze amûrên teknolojiya pêşkeftî ve hatine sazkirin, wêneyên rûyê Cîhanê yên bi qelîteyeke bilind digirin da ku dînamîkên gerdûnî yên mezin çavdêrî bikin û agahiyên hêja di derbarê hewa û nebatan de peyda bikin. Gava bi vê armancê dîmen tên girtin di heman demê de menzereyên xweşik û bêhempa jî diqefêlin û bi saya vê teknolojiyê em li hunermendiya xwezayê temaşe dikin ango xwezaya ku bûye dayika gerdênê.

Mîna tabloyên Gustav Klîmt

Ji çemê Gangesê bi rengên kesk bigire heta kompozîsyonên zeviyên li Teksasê yên mîna tabloyên Gustav Klîmt, manzarayên ku di van wêneyan de hatine girtin ji erdên yekreng lê bi tevnê heta cihên tevlihev û pirreng ên tijî hûrgilî dirêj dibin. Di nav van de, kompozîsyonên du-reng ên ku motîfên organîk vedibêjin jî hene, mîna wêneya zer-şînî ya Rojhilatê Kalimantanê, Borneo, ku dişibe pelê di bin mîkroskopê de.

Xwezaya dayik û firçeya wê ya bi hêz

Mîna hunermendekî jêhatî, Xwezaya Dayik ne tenê bi rengê xwe lê bi şekil û sîberiyê jî têkildar e. Tewra kompozîsyonên bi piranî spî yên ku li herêmên bilind ên çiyayî an manzarayên bi berfê dagirtî hatine kişandin jî bi heman awayî bêhnfireh in. Yek ji mînakên herî baş ên vê yekê wêneya A23a ye, ku mezintirîn çîyayê cemedê yê cîhanê ye û ji hêla ESAyê ve hatiye girtin. Ev çîyayê cemedê, ku ji du qatên mezinahiya Londonê ye, di nîvê okyanûsekê ya bi ewr dagirtî de derdikeve pêş.

Ji bo ku ji wêneyên satelîtê yên balkêş ên ku ji hêla ajansê ve hatine kişandin agahdar bimînin, ESA Earth li ser Instagramê bişopînin. Ji bo ku hûn wêneyên zêdetir bibînin û di derbarê mîsyonên ku van wêneyan digirin de agahî bistînin, bêguman serdana malpera Ajansa Fezayê ya Ewropayê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.