Tirk li Elmanya jî xwe ranagrin

Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:25

Muzîkjena ciwan Fatoş Ereklî, ku li Mannheimê ji ber strana Kurdî gotî rastî êrîşeke nijadperest hat, ji bo bûyerê gilî kir. Ereklî, diyar kir ku ew ê bi zimanê xwe yê dayikê muzîkê bidomîne û got, "Kes nikare me bitirsîne."

Di 14’ê Hezîrana 2025’an de li bajarê Mannheimê ya Elmanya, muzîkjena ciwan a Kurd Fatoş Ereklî ji ber stranên Kurdî distira, rû bi rûyê êrîşeke nijadperest a jinekê ku xwe weke ‘Tirk’ da nasîn bû. Êrîşkar bi gotina "Hûn nikarin li vir muzîka Kurdî bistirên" êrîşî wê kir û hewl da ku şîdeta fîzîkî bike.

Fatoş Ereklî bersiv da û got:"Heke zimanekî wisa tune be, we çawa zanî ku strana ku min gotiye Kurdî ye?" Di demek kurt de dîmenên bûyerê li ser medyaya civakî belav bûn. Nebûna nerazîbûna derdorên demokratîk hate rexnekirin. Navenda Çanda Mezopotamyayê, Koma Jinan a Ronahî Bêrîvan û Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût mudaxeleyî bûyerê kirin. Nexweşxaneya ku êrîşkar weke hemşîre lê dixebitî ji ber bûyer û nerazîbûnan hate agahdarkirin. Fatoş Ereklî piştî êrîşa nijadperestî ya ku li wê hat kirin, tevlî civînek li Navenda Çanda Mezopotamya bû û gilînameyek amade kir. Ereklî got:"Divê nijadperestî bê ceza nemîne" û anî ziman ku wê têkoşîna xwe bidomîne. Fatoş Ereklî, destnîşan kir ku ew ê bi zimanê xwe yê zikmakî muzîkê bidomîne û bal kişand ser zextên li dijî ziman û nasnameya Kurd û got:"Tu gel dijmin nîne, tu çand nayê paşguhkirin. Cîhaneke bêyî şer û di nava aştiyê de jiyîn mafê her kesî ye. Divê em ji van nêzîkatiyên nijadperest re bêjin bese," û peyama "Kes nikare me bitirsîne" da. Ereklî, ku di sala 2022’yan de li Elmanya daxwaza mafê penaberiyê kir, hunera xwe li bajarên cuda didomîne.

ANF/MANNHEIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.