Li Navenda Rewşenbîrî ya Silêmanî di salvegera 53’an ya koça dawî ya Hunermendê navdar yê Kurd Hesen Zîrek de bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, hunermend û helbestvanan hate bibîranîn.
Di bîranînê de ewilê Serokê Hunera Mîllî ya Kurdistanê Cezayê Saz axivî û qala kesayetiya Hesen Zîrek kir. Saz anî ziman ku di nava ewqas krîz û aloziyên li herêmê ew ji bo wan dibêjin ku ‘emê bi huner û mûzîkê aram bibin’.
Rêveberê Karê Nivîsê yê Kovara Şaredariya Silêmaniyê Serkewt Elî jî axivî û diyar kir ku Hesen Zîrek tenê fîzîkî ne li gel wane û got: “Hunera Kurdî wisa kiriye ku zimanê Kurdî bê parastin. Hesen Zîrek di helbestên xwe de bi rengekî ziman parastiye. Bi gotin û pevên bikar anî bal kişandiye ser xwe.”
Di dewama bîranînê de gelek helbest û stran hatin gotin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ