Ev tenê ne kongreye

În 20 Hezîran 2025 - 02:45

M.ZAHİT EKİNCİ / KOLN

Sîwana rêxistinbûna civaka Kurd a herî mezin ku li Elmanyayê jiyan dikin, Konfederasyona Civakên Kurdistanî KON-MED, 4’emîn Kongreya xwe ya asayî wê 22’ê Hezîranê roja Şemiyê, li Kolnê pêk bîne. Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok, destnîşan kir ku ev kongre tenê civîneke sazîbûnê nîne û got:’’Ev kongre wê paşeroja 2 milyonî zêdetir Kurdên li Elmanyayê jiyan dikin û bersiva ji bo banga Rêber APO ya aştiyê temsîl bike. Ew ê bibe bersiveke xurt a ji bo aştî, demokrasî û jiyana bi hevre.’’ 

Gok da zanîn ku di bin sîwana vê saziyê de 5 federasyon, 46 meclîs, 16 komûn û 15 komîte hene û got:’’Binesaziya me bi tenê erdnîgarî nîne, xwedî astên çandî, dîplomatîk, hiqûqî û civakî ye. Li gorî pêdiviyên her qadê komîsyonên me hene. Tenê mafên siyasî yên gelê Kurd na, berdewamkirina rewşa çandî, vejandina ziman û bingeh girtina azadiya jinê, erkên me yên herî bingehîn in.’’ Gok destnîşan kir ku li gelek bajarên Elmanyayê binesaziyên wan ên aktîf hene, lê dîsa jî asta rêxistinbûnê ne li gorî xwestekê ye û got:’’Gelek hevalên me ji bo xebatên karker û komeleyan nikarin wextê xwe veqetînin. Ji bo mezinkirina hedefên komîsyonan, pêdivî bi perwerdeyan heye. Lê tevlîbûna perwerdeyên dem dirêj gelekî kêm e. Ev jî dihêle ku pêşketina me ya rêxistinî sînordar be.’’ KON-MED di qonaxa nû de, bernameyên perwerdeyê yên berfireh, bikaranîna amûrên dijîtal û zêdekirina temsîliyeta jin û ciwanan, weke hedefên sereke dibîne. 

Pirsgirêkên xwegihandina Kurdî

Gok da zanîn ku yek ji qadên têkoşînê yê sereke ya KON-MED’ê vejandin û fêrkirina zimanê Kurdî ye û got:’’Kêmbûna mamosteyan, nebûna xwedî nirxê aborî yê Kurdî û nebûna zimanê nivîsê yê hevpar, astengiyên cidî yên mijarê ne. Ji bo em bikarin li komeleyan dersên Kurdî pêş bixin û li dibistanan berbelav bikin, wê têkoşîna me bidome. Ger ne wisa be, wê bê wateya tinebûneke çandî.’’

Avakirina civaka demokratîk

KON-MED armanc dike ku li hemberî nijadperestiya ku li Rojhilata Navîn zêde dibe, modeleke civakî ya pirneteweyî, pirçandî û pir olî ya wekhev ava bike. Gok di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku ew ê bi civaka Elman re têkîliyên hîn nêzîktir pêk bînin û got:’’Heta ev zanebûn nebe, aştî pêk nayê. Bi çalakiyên çandî, projeyên sînema-şano, xebatên weke kampên ciwanan, em ê avabûna civaka demokratîk piştgirî bikin.’’

Di 22’ê Hezîranê de li Kolnê

KON-MED’ê ji bo kongreya asayî ya 4’an ku wê di 22’ê Hezîranê de pêk bê, bang li gel, nûnerên civaka sivîl û saziyên dost kir ku tevlî bibin û wiha got:’’Ev kongre bi tenê civakîneke saziyê nîne. Ew ê paşeroja ji 2 milyonî zêdetir Kurdên ku li Elmanyayê jiyan dikin, bersiva banga Rêber APO temsîl bike. Ew ê ji bo aştî, demokrasî û jiyana hevpar, bibe bersiveke xurt. Bi tenê têkoşîna mafan a îro na, di heman demê de wê bibe îfadeya vîzyona demokratîk a ji bo paşerojê. Gelê Kurd ne bi tenê ye, bi rêxistinkirî, berxwedêr û bi biryar e.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.