Ji CÎK'ê banga mîtînga li Kolnê

Sêşem 24 Hezîran 2025 - 03:25

Serokê Giştî yê CÎK'ê Şevket Çakir bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku tevlî mîtîngê bibin û got:"Di ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî re sed sal derbas bûn. Mîrateya wan a berxwedanê rê nîşanî gelê Kurd dide."

Çakir bi bîr xist ku Şêx Seîd beriya darvekirinê got:"Ez zanim ku hûn ê min darve bikin, lê belê hûn jî zanibin ku neviyên me wê tola me hilînin" û destnîşan kir ku ev gotin bû dirûşma sed salî ya gelê Kurd û got:"Gelê Kurd bi sed hezaran berdêl da, can da, dîsa jî serî netewand" û anî ziman ku divê ew xwedî li dîroka vê têkoşînê derkevin. Çakir bi bîr xist ku weke CÎK'ê wan li Ewrûpayê navê Şêx Seîd li mizgeftekê kirin, heta niha gelek çalakiyên bîranînê lidar xistin, lê belê bernameya îsal 'dîrokî' ye û got:"Em ê îsal ne tenê bîranînekê lidar bixin, di heman demê de em ê hişê xwe yê berxwedanê bilind bikin."

Di dewama axaftina xwe de Çakir bi bîr xist ku weke Şêx Seîd li Rêber Apo jî di 29'ê Hezîranê de cezayê darvekirinê hate birîn û got:"Ev yek tesadûfî nîne, peyameke polîtîk e. Dewlet dixwaze kî bi navê gelê Kurd daxwaza maf û lîderiyê bike, dixwaze ceza bike. Gelê Kurd jî divê li hemberî vê yekê xwedî li lîderên xwe û dîroka xwe derkeve." Çakir ji bo mîtînga li Kolnê bang li gelê Kurd ên ji çar parçeyan û bi taybetî jî Kurdên li Elmanya û Ewrûpayê kir ku tevlî bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.