Rojên Şanoya Gerok bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Hezîran 2025 - 00:56

2’yemîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li 13 navçeyan hatibû organîzekirin û bi hezaran zarok beşdar bûbûn, bi performansa jonglêr û şanoyê li navçeya Farqînê bi dawî bû. 

2’yemîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ku ji bo zarokên li navçe û taxên ku nikarin xwe bigihînin çalakiyên çandî û hunerî, ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve hatibû organîzekirin, di 20'ê Hezîranê de bi vekirina xwe li Navenda Jiyana Hevpar a Sumerparkê dest pê kir. Rojên Şanoya Gerok a Zarokan, 6 rojan li 13 navçeyan bi hezaran zarokan re hat cem hev. 

Di heman rojê de li sê navçeyên cuda bi beşdariya şaredariyên navçeyan, zarokan bi dê û bavên xwe re kêfa beşdarbûna çalakiyan û temaşekirina şanoyê kirin.  

Rojên Şanoya Gerok a Zarokan, bi çalakiyên li navçeya Farqînê bi dawî bû. Li Meydana Bajêr a ku li navenda navçeyê ye, performansa koma jonglêr a Maskeya Şîn û lîstika bi navê Daristana Me ya ku ji aliyê Şanoya Ba ve hatibû lîstin, eleqeyeke mezin dît. Seroka Daîreya Çandê û Karên Civakî Zeynep Yaş, ku beşdarî Roja Şanoyê ya li Farqînê bû, diyar kir ku ew pir kêfxweş in ku 6 rojan li 13 navçeyan zarok bi çand û hunerê re hatine cem hev û got:“Ji ber ku zarok û malbatan ev çalakî bi germî pêşwazî kirin, em ê van çalakiyan bidomînin."

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.