Parîs bi dengê Kurdan hejiya

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 9 Çile 2023 - 00:39

  • Bi dehhezaran Kurdan û dostên wan li Parîsê doza edaletê kir, xwest komkujî bên rohnîkirin û sûcdar bên dadgehkirin. Wan bi dengê doza xwe paytexta Fransayê hejand.

SELMA AKKAYA/PARÎS

 

Dawiya hefteyê ji bo rûreşkirina komkujiyên Parîsê û bi daxwaza rohnîkirina wan ji çar hêlên Ewrûpayê, Kurdan berê xwe da Parîsê. Çalakî li Marsîlya û Hamburgê jî bi rê ve çûn. Kurdan û dostên wan li Parîsê bang li dewleta Fransayê kir da ku biryara veşartîbûnê ya li ser dosyayên komkujiyan rake, û komkujiyan rohnî bike. Kurdan û dostên wan ev yek weke wezîfeya Fransayê bi nav kir. 

 

Elmanya dîsa ji bo Tirkan şixulî

Ji gelek bajarên Elmanyayê Kurdan bi otobosan berê xwe da Parîsê. Otobosên pêşî saet 7´ê sibehê gihiştin bajêr. Lê Polêsê federal ê Elman dîsa ji dewleta Tirk re şixulî. Li Aachenê li ser sînor gelek otobos hatin rawestandin û polês li gelek kesan çûna Parîsê qedexe kir. Sedema binpêkirina vî mafê bingehîn jî li gorî polês “berjewendî û îtîbara Elmanyayê” bûne.

 

 

Sendîka, partî û înternasyonalîstan Kurd bi tenê nehiştin

 

Li cihê ku Kurd û dostên wan kom bûn, flama, dovîz, pankart û wêneyên 6 şehîdên komkujiyên Parîsê hebûn. Hîna li cihê kombûnê nûnerên sendîkayan, hilbijartî, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên mafê mirovan û li dijî nijadperestiyê Kurd tenê nehiştin. Li meydan û rêya li ber Gare du Nordê  kesk û sor û zer di nava nîşanên wan de li ba dibû. Bi pankartan hesab dihat pirsîn. “Bêdengiya we ji ber şirîkatiya we ye”, “Şerma 10 salan bi dawî bikin, hinceta sirra dewletê rakin” û “Şoreşa jinê wê tariyê parçe bike” hin ji van bûn.

 

 

Ev şerma me ye!

Li ber xelkê, li Gare du Nordê Cihgirê şaredara bajarê mezin a Parîsê, Lan Brossat ê ji PCF´ê peyivî. Wî rohnînekirina komkujiyan weke şerm nirxand û got: “Em îro hatin vir, hem ji bo parvekirina şerma xwe û hem jî ji bo piştgiriyê. Em weke Partiya Komunîst a Fransayê li cem Kurdan cihê xwe digirin. Pêkhatina komkujiyeke welê li Fransayê ji bo me şerm e. Niha dora Fransayê ye, divê Kurdan biparêze. biryara veşartîbûnê ya li ser doza qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger rake û her du komkujiyan lazim e rohnî bike.”

 

Ne serî bû ne binî!

Pişre ji Tevgera Aştiyê, hevala şehîd Rojbîn Jean Glace û cihgirê serokê Baroya Parîsê Vincent Nioré xwestin, PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin û komkujî bên rohnîkirin. Pişre meşa  “Roja Berxwedanê ya Mezin” dest pê kir. Meşê ji Gare du Nordê dest pê kir, lê gava serê pêşî gihişt Meydana Republique, serê din hîna jî li Gare du Nordê bû.