Ozturk: Nîqaş asta muxatabiya Ocalan nîşan didin

Pêncşem 24 Cotmeh 2024 - 02:35

  • Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk derheqê tecrîd û Mafê Hêviyê ya têkilî Ocalan ku bi axaftina Bahçelî di siyaseta Kurd û Tirk de deng veda, got,’’Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji pêkanîna vê biryarê berpirsyar e, nêzîkatiyeke paralel girt. Tirkiye ji sala 2014'an û vir ve di qanûnên xwe yên qanûnî de pêwîste guhertinan çêbike." Ozturk her wiha anî zimên nîqaş asta muxatabiyê ya Ocalan nîşan didin û got divê mafê azadiyê yê Ocalan hebe.

Li nav siyaseta Kurd û Tirk nîqaşên ji bo çareseriya pirsa Kurd didomin. Xasma jî piştî ku Serokê partiya nîjatperest û faşîst a Tirk Devlet Bahçelî li Meclîsa Tirk, li civîna koma partiya xwe di axaftina xwe de gotina ‘’tecrîd’’ê û ‘’Mafê Hêviyê’’ bi kar anî, ev nîqaş zêdetir bûn û bû rojeva sereke li nav siyaseta Kurd û Tirk. Bahçelî got,’’Heke tecrîd were rakirin….Ocalan dikare were li Meclîsê biaxive.’’ Bahçelî her wiha got ew dikarin ji bo Mafê Hêviyê yê Ocalan jî di qanûnan de guhertinan bikin.

Balkêş e ku beriya bi çend heftiyan Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derheqê tecrîdê û Mafê Hêviyê salek wext dabû Tirkiyê da ku tiştên hewce bêne kirin. Her wiha DMME’yê sala 2014’an derheqê Ocalan biryara ‘binpêkirin’ê li ser Tirkiyê dabû. Li gel vê jî van 10 salan dewleta Tirk ti guhartin nekiribû.

Divê mafê azadiyê yê Ocalan hebe

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk destnîşan kir ku bi salan e ji bo gavên berbiçav biavêjin têkoşiyane û got ku hêviya wan a bingehîn avêtina gavên berbiçav e û wiha bi lêv kir:  "Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û mafê tenduristî, ewlehî û azadiyê bê avakirin. Birêz Ocalan piştî ku birin Girtîgeha Girava Îmraliyê di nav tecrîda de ye. Rejîma ku birêz Ocalan tê de bû û pê re derbas bû, her çiqas li gorî hiqûqa navneteweyî, biryarên DMME û rapora CPT’ê neyê qebûlkirin û li dijî qedexekirina îşkenceyê hatibe dîtin jî, her çiqas li gorî hiqûqa navneteweyî, biryarên DMME’yê û rapora CPT’ê neyên qebûlkirin jî, rêgezeke dijwar dimeşand. ‘’

Bahçelî tecrîd qebûl kir

Ozturk bi dpmdarî diyar kir bi salan e destûr nayê dayîn ku Ocalan mafên xwe yên qanûnî û bingehîn bikar bîne, nayê hiştin ku parêzer ji Tebaxa 2019’an û vir ve bi Ocalan re hevdîtinê bikin û got,’’Lê belê birêz Ocalan di nava şert û mercên awarte de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, 'Divê qanûn bê sepandin û ya hiqûqî ew e ku parêzerên bên'. Dîsa ji Adara 2020’an û vir ve destûr nadin malbatan ku pê re hevdîtinê bikin. Ev 44 meh in me qet xeber jê negirt. Piştî serlêdana me, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî du caran daxwaz kir ku 'dewleta incomminicado (nebûna mutleq a ragihandinê) bi dawî bibe û hevdîtinên parêzeran bê astengî bên kirin'. Lê belê ev biryar pêk nehat. Li ser hebûna tecrîdê şik tunebû, li Îmraliyê tecrîda li ser tê înkarkirin jî hebû. Bahçelî bi daxuyaniya xwe hebûna tecrîda li Îmraliyê qebûl kir. Tecrîd ne qanûnî û ne jî însanî ye, divê bê rakirin." 

Ji 2014’an ve binpê dikin

Raziye mafê hêviyê wiha nirxand: "DMME'yê bi biryara xwe ya di sala 2014'an de ya derbarê Birêz Ocalan de biryar da ku cezayê muebbetê yê giran ku destûr nade serbestberdana bi şert û heta mirinê di girtîgehê de bimîne, berovajî qedexekirina îşkenceyê û ji ber ku ev mijar li dijî mafê hêviyê ye divê guhertineke qanûnî bê kirin. Piştî biryarê li şûna guhertinên di sîstema yasayî de bên kirin, rêbazeke ku qebûl nekir û cîbicîkirina biryarê paşxist. Lijneya Wezîran a ji pêkanîna vê biryarê berpirsyar e, nêzîkatiyeke paralel girt. Tirkiye ji sala 2014'an û vir ve di qanûnên xwe yên qanûnî de pêwîste guhertinan çêbike." 

Nîqaş asta muxatabiya Ocalan nîşan didin 

Di dawiyê de Raziye ev daxuyanî da: “Nîqaşên ku li ser Birêz Ocalan tên kirin, rewşa muxatab û asta bandora Birêz Ocalan eşkere dike. Ev rewş wekî berê gelek caran hatiye jiyîn careke din hatiye piştrastkirin.  Eger ku deriyên Îmraliyê bên vekirin û birêz Ocalan ku muxatabê sereke ye fikr û ramanên xwe bîne ziman, nirxandineke saxlem pêkan e."

JINNEWS/ROZERÎN GULTEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.