Oryantalîzekirin neçû serî

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 01:45

  • Endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê Antropolog Derya Aydin bal kişande ser êrîşa lîberalîzmê ya li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, diyar kir hewl hatiye dayin ku têkoşîna jina Kurd ji bingehên wê yên îdeolojîk û polîtîk qut bikin, têkoşîna jina Kurd oryantalîze bikin lê ev êrîş bi ser neketiye û îro ew li ser heqîqeqeta xwe ya civakî û polîtîk tê fêhmkirin.

ROZA METÎNA / AMED

Endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê Antropolog Derya Aydin derheqê Komxebeta Kovara Jineolojiyê ku bi navê ‘’Di Sedsala 21’ê de Li dijî Pergala Zilamserwer Polîtîkaya Têkoşînê û Rêbazên Wê’’ ku li Wanê hatî lidarxistin axivî. 

Aydin diyar kir li Komxebatê tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî hatiye nîqaşkirin, her wiha jinan rola Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêkan destnîşan kirine. Aydin di nirxandina xwe de diyar kir hewldana oryantalîzekirina têkoşîna jina Kurd têk çûye.

Ramgeriya Ocalan hate axaftin

Endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê Antropolog Derya Aydin derheqê Komxebeta du rojan li Wanê anî zimên yek ji rojeva sereke ya Komxebatê tecrîda li ser Ocalan bûye, bi taybetî dema ku li ser derketina Jineolojiyê û maneya wê û dema ku li ser meseleya aştiyê nîqaş hatiye kirin, navenda axaftinê bûye ramangeriya Ocalan û halê agahînegirtina mitleq ku halê hazir li ser Ocalan tê domandin. 

Giringiya tezên Ocalan 

Aydin anî zimên jinan destnîşan kirine ku Ocalan çawa bi têgehên ku daniye li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk û li dijî şerê emperyal aştiya gelan diparêze, xasma jî tezên çareseriyê yên ji bo pirsa Kurdistanê û Filistînê hatiye destnîşan kirine, rola Ocalan a ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn, Efrîkaya Bakur, Emerîkaya Latîn û Ewropayê destnîşan kirine û giringiya wê hatiye destnîşankirin ku divê tezên Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk a pirsa Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê werin bicihanîn.

Jin ne tenê mexdûr lê afirandêr in

Aydin bi berdewamî diyar kir mijareke dî ya ku hatiye nirxandin têgihiştina felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bûye û got,’’Têgihiştina felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, qulibîna wê ya li ser dirûşmekê ku li meydanên cihê yên cîhanê xeyala azadiyê ya jinan vedibêje, hate nirxandin. Li deverên weke Yemen, Italya, Îran, Hindîstan, Efxanîstan, Fransayê qulibîna ser têgeheke mifteyî ya dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ji bo azadiya jinê, xwe dispêrê ser wê fikra Jineolojiyê ku dibêje divê jin tenê ne weke mexdûrên jêr serweriya mêr de bêne pênasekirin, divê jin ji alî jiyanî, hilberandinî û ya ku ya nû diafirînin ve bêne dîtin.’’

Êrîşa ser Jin, Jiyan, Azadî

Aydin her wiha diyar kir van salên dawî ji êrîşên lîberalîzmê ku binê her tiştî bilez pûç dikin fikriyata felsefeya Jin, Jiyan, Azadî jî para xwe girtiye û got,’’Ev her wiha êrîşa modernîteya kapîtalîst e. Tê xwestin ku Jin, Jiyan, Azadî ji koka wê were qutkirin.’’ Aydin mînak da ku dema şerê dijî DAIŞ’ê yê li Rojava şervanên jin çawa bi hêmayên oryantalîst, weke fîgûrên ku ji nişka ve derketibin holê hatine dayin.

Aydin hewldana oryantalîzekirinê destnîşan kir û got,’’Bi qutkirina wê ji ya kokên wê yên îdeolojîk û polîtîk hate xwestin ku li wê ser hêmayên romantik deynin. Çapemeniya cîhana rojavayî, akademiya wê, civaka wê ya sivîl jî bi vî rengî oryantalîze kir.’’ 

Heqîqeta wê tê dîtin

Aydin bi domdarî anî zimên li gel vê jî heqîqeta Jin, Jiyan, Azadî a civakî û polîtîk her roja ku diçe ji alî hunermend, zanyar, nivîska, hiqûqnas û rewşenbîr; sendika, tevgerên gel û rêxistinên girseyî yên demokatîk ve, li dijî baviksalarî û kapîtalîzmê weke tezên çareseriyê tê nirxandin.

Giringiya têkoşîna jinê

Aydin her wiha ragihand di komxebatê de giringiya têkoşîna jinê ya di çareseriya pirsa Kurd de hatiye destrnîşankirin û yek ji xala ku hatiye nîqaşkirin ew bûye ku rejîmên nîjatperest çawa di ser jinan re gelan li hev dikin dijmin û li vir qismek jî be Konfederalîzma Demokratîk a Jinan hatiye destnîşankirin.

Hewceyî bi Rêya 3’yan heye

Têkilî mijarên li Komxebatê Endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê Antropolog Derya Aydin anî zimên ‘Rêya 3’yan’ weke mijareke bi serê xwe nehatiye nirxnadin lê giringiya Rêya 3’yan hatiye destnîşankirin û têkoşîna jinê jî ji bo ku Jineolojiyê ji nû ve ava bike, hewceyî bi xeteke siyasî, civakî hene ku weke Rêya 3’yan tê pênasekirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.