Bedana jinê bûye qada tundiya mêtinger
Duşem 30 Îlon 2024 - 02:15
ROZA METÎNA / AMED
Endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê Antropolog Derya Aydin diyar kir li Komxebeta du rojan ‘Tundiya Mêtinger’ hatiye nîqaşkirin û hatiye destnîşankirin ku Tundiya Mêtinger çawa bedana jinê ji xwe re kiriye weke sahneya tundiyê.
Endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê Antropolog Derya Aydin derheqê komxebeta Kovara Jineolojiyê ku bi navê ‘’Di Sedsala 21’ê de Li dijî Pergala Zilamserwer Polîtîkaya Têkoşînê û Rêbazên Wê’’ ku li Wanê hatî lidarxistin axivî.
Em ê nûçeya xwe bi du beşan bidin. Beşa 1’ê ya têkilî komxebeta 2 rojan ku li Wanê hatî kirin:
Antropolog Derya Aydin anî zimên bi Komxebatê re wan jin vexwendine ku werin gel hev û li ser polîtîkata têkoşînê biramin, bi bîr xist ku ji mêj ve ye jinên ji fraksiyonên cihê dijî serweriya mêr têdikoşin û ne cara pêşî ye ku têkoşîna jinên Kurdistanê û tevgera femînîst, ku du dînamîkên sereke ne, bi hev re hewl didin ku li polîtîkayên têkoşînê biramin lê xasma jî bi ragihandina Rewşa Awarete re, van 8 salên dawî jin ketine pozisyona xweparastinê; ji aliyekî ve ji bo destkeftiyên xwe biparêzin têdikoşin û li aliyê dî jî li dijî zext û zordariya civakî, siyasî û aborî li kuçe û kolanan in.
Nexşerêya ji bo têkoşînê nîqaş kir
Derya Aydin bi domdarî zext û zordariyên zêde yên van demên dawî bi bîr xist, anî zimên kombexatê du rojan bi armanca ku li ser polîtîkata têkoşînê birame û nexşereyekê diyar bike hatiye kirin, yek ji armanca dî ya komxebatê ew bûye ku li ser têgeha Jîneolojiyê li gel femînîstan biramin, ku ev têgeh ji bo tevgera jinên Kurdistanê bûye têgeheke weke miftî ji bo jiyaneke azadîxwaz a jinê.
Jineolojiyê ev ra gihandin hev
Aydin giringiya têkoşîna hevpar a jinan destnîşan kir, diyar kir tevgerên jinan weke rêxistinên din ne hişk, sekter, dogmatik û gewherîgir in, bêhtir zindî, herikbar, nerm, wêrek û azadîxwaz in û di serdemeke wiha de tundiya neolojîberal, kedxwariya kapîtalîst, şerê bi teknolojiya nû têra xwe berbelav in têkoşîna jinan ya xwedî xeyala jiyana azadîxwaz bêhtir bêhna rihê milîtanî jê tê û got, ’’Ev ra têra xwe hîsî ne lê têra xwe rasyonek in jî. Komxebata Jineolojiyê ev ra li Wanê gihandin hev. Ji ber vê komxebet têra bicoş, bikêf û hêvîdar bû.’’
Jinên ciwan Jineolojiyê meraq dikin
Aydin anî zimên di Komxebatê de tevlêbûna jinên ciwan zêde bûye, Jineolojî bala jinên ciwan dikişîne ser xwe, dixwazin wê fêhm bikin û got,’’Di Jineolojiyê de rûhekî nû heye, di demeke kurt de bûye şanîdêreke pir xurt û eleqeyeke zêde bi ser vir de herikî ye.’’
Cihêtiya Jineolojiyê çiye?
Endama Lijneya Weşanê ya Jineolojiyê Antropolog Derya Aydin bi domdarî diyar kir di Komxebatê de li ser Jineolojiyê nîqaşên berfireh hatine kirin, maneya Jineolojiyê ya bi rengê zanisteke nû û teoriyekê yek ji navenda Komxebatê bûye, nîqaş hatine kirin bê ka Jineolojî ya ku tecrûbeya dîrokî ya jinan a beriya civaka çînayatî, heta bi têkoşîna jinên Rojhilata Navîn, di serî de tevgerên femînîst ku dijî patrîarkayê û kapîtalîzmê têdikoşin, tevgerên sosyalîst û anarşîst dijî pergalê mîrat girtiye, ji van têkoşîna cihêtir çi dibêje û çi wehd dike.
Mijara tundiyê hate nîqaşkirin
Aydin got,’’Mînak xalên hevşib û cihê yên di navbeyna epîstemolojiya femînîst û rêbazên zanistî yên Jineolojiyê de hatin nirxandin. Yek ji mijara sereke meseleya ji nû ve danîne pênaseya tundiyê bû. Di bin vê serenavê de nêzîktêdayinên femînîzmê û Jineolojiyê yên li jêder û kana tundiyê hatin nirxandin. Hate nirxandin bê ka divê îfadeyên li gorî reseniya cografyayan tundiya patriarkal, tundî, qirkeriya-zayendî, qirkeriya-jinî çawa werin şîrovekirin. Bi min nîqaşên di bin serenava tundiyê de zêhf girîng in. Nîqaş li ser hate kirin bê ka tundî an xuyanîbûna tundiyê zêde bûye, an na amûrên ku rê tundiyê vedikin guherîne.’’
Tundiya mêtinger
Aydin her wiha anî zimên li Komxebatê hatiye nirxandin ku tundiya mêtinger bedana jinê kiriye sahneya tundiyê, ev bi polîtîkayên şerê taybet hatiye destekkirin, necropolîtîkayê tundiya berdest aniye asteke cihê û hewl daye cografyayê ji mirovan xalî bike.
Kurdistan kirine mekanê xofê
Aydin got li Komebaxtê li ser wê hatiye sekinandin ku hewl tê dayin Kurdistanê bikin weke mekanê tirs û xofê, bi ferzkirina sîxûriyê, weke dijmin nîşandanê û pêvajoyên fihûş û tiryakê ziyanê bidin têkilîyên ewlehiyê yên civakî û hewl tê dayin civaka Kurdistanê ji keda kolektîf, nirxên komunal û ji wesfê civaka exlaqî û polîtîk were derxistin.
Xweparastin
Aydin her wiha got di Komxebatê de li ser mijarên wekî di hilberandina zayendîparêziyê de ziman çawa weke amûrekê tê bikaranîn, ola perwerdehiyê ya bi rengê amûreke îdeolojîk, hevalbendiya millîyetgirî û nîjatperestiyê ya li gel zayendîparêziyê hatiye sekinandin û got yek ji mijareke dî ku bi kelecanî hatiye nirxandin Xweparastin bûye û hatiye nirxandin bê ka Jineolojî mijara Xweparastinê çawa dinirxîne.