Jinên cîhanê li dor Jîna bicivin

Duşem 16 Îlon 2024 - 02:25

Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’’ de ya ku bi qetilkirina jina berxwedêr a Kurd Jîna Emînî re dest pê kirî bi bîr xist, diyar kir jina têkoşer a Kurd Jîna êdî bûye sembolek, bûye destpêka şoreşa jinê û bang li jinan kir ku li dora Jîna Emînî bicivin û dijî dewlet û desthilata dirinde ya mêr şer bikin.

Dirûşma ‘’Jin, jiyan, azadî’’ ku li ser felsefeya Rêber Apo a derheqê rizgariya jinê şîn hatiye bi raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re ya pişti qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî bû milkê hemû jinên cîhanê, ku cîhanîbûna wê herî dawî li Hindistanê hate dîtin, di çalakiyekê de ya ji bo şermezarkirina destdirêjiya jinekê bi pankart û dirûşma ‘’Jin, jiyan, azadî’’ çalakiya şermezarî hatibû kirin û berxwedana jina Kurd hatibû slavkirin.

Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jîneolojiiyê Dîlan Yildizê derheqê 16’ê Îlonê, salvegera berxwedana ‘’Jin, jiyan, azadî’’ diyar kir divê ev berxwedan bi rojekê re sînordar nemîne û divê li hemû rojên salên were berbelavkirin.

Jîna bû destpêka şoreşekê

Di nirxandina xwe de Yildizê destnîşan kir jina Kurd Jîna ji navekê wêdetir bûye sembolek û ew wê weke destpêka şoreşekê dibînin. Yildiz wiha bi nav de çû: ‘’Têkoşîna wê ya li dijî pergala mêrtiyê û feraseta dewleta mêrî û qetilkirina wê ya ji bo vê yekê bandoreke mezin li cîhanê kir. Jîna Emînî bi tena serê xwe dest bi vê têkoşînê kiribû. Sê rojan li ber xwe da û mixabin jiyana xwe ji dest da. Lê piştre tevgera jinan û gel rabû. Têkoşîna wê ne tenê tekoşîna ji bo laçikekê bû an jî mijara girtinê bû, çalakiya şikandina kelepçeya li ser azadiya jinê bû.

Ji 2000’î ve jin, jiyan, azadî olan dide 

Yildizê destnîşan kir hîmê têkoşîna azadiya Kurd ya bi pêşengiya Rêber Ocalan azadiya jinê ye, diyar kir dirûşmeya ‘’jin, jiyan, azadî’’ xwe dispêrê salên 2000’î û bi salên 2000’î re jin, jiyan, azadî li kuçe û kolanên Kurdistanê, li ser zimanê jinên Kurd, di dil û rihê wan de olan daye.

Yildiz got,’’Îro hemû cîhan vê dirûşmeyê berz dike û li dora wê dicive. Ev bi rastî hêza xwe ji felsefeya bihişmet a azadiyê digire. Li ku derê dibe bila bibe, ji ber ku em dibînin ez felsefe me azad dike, di bin banê wê de tevneke rêxistinbûyînê çêbû. Îro ne tenê li Îran û Hîndîstanê, hemû beşên civakê di bin vê felsefeyê de tên cem hev û vê dirûşmeyê wekî pêşengê xwe diyar dikin.”

Divê serhildan li 365 rojan berbelav bibe

Yildizê bi domdarî got,’’Ev têkoşîna şoreşgerî ya ku li dijî rejîma Îranê dest pê kir, veguherî têkoşîneke şoreşgerî ya ku li Rojhilata Navîn û ji Rojhilata Navîn ber bi cîhanê û Ewropayê ve vebû. Bêguman pêşengiya vê yekê tevgera jinên Kurd e.’’ Yildizê her wiha got divê ew li 16’ê îlonê xwedî derkevin û vê serhildanê li hemû rojên salê berbelav bikin. 

 Divê jin li dor Jîna bicivin!

Yildizê bal kişand ser dîroka koletiya jinê û destnîşan kir ku ev, têkoşîneke temenê wê bi qasî 5 hezar salan e. Yildizê got: “Divê em xwedî îdîayeke wisa bilind û biryarên radîkal bin. Ya rast em ê nexwazin, em ê wergirin. Ji ber ku ya me bû û ji me hat dizîn. Îro ji bo em careke din bi dest bixin dadikevin qadan. Di rastiyê de pêwîst e em li qada giştî bikevin nava liv û tevgerê û li dijî feraseta dewleta mêr ku li dijî me tê organîzekirin têkoşîneke mezin bimeşînin. Dahênerê mêraniya li malê hişê dewletê ye. Em li dijî vê pergalê şerekî giştî bikin. Em tenê bi paradîgmaya azadîxwaz dikarin ji vê pergalê derkevin. Di rastiyê de pêwîst e hemû jin di şexsê Jîna Emîniyê de bên cem hev û xwedî li hemû daxwazên jinan bê derketin û deng bê bilindkirin. Tenê wê demê em ê karibin encamekê bi dest bixin."

MA/RÛKEN POLAT/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.