Xebatên Jineolojiyê yên Efrînê didomin

În 31 Çile 2025 - 02:20

Tevî du koçberiyên ku Efrînî ji ber êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jiyan jî xebatên Jineolojî ya Efrîn-Şehbayê bi israr didome. Ev israr li dijî planên dagirkeriyê û ji bo belavkirina fikrên Jineolojî dibe bersiv.

Ji ber ku mexdûrên sereke û hedefa yekem a van polîtîkayan û bandorên wê jin in, rizgarî û çareserî wê bi pêşengî û zanîna wê re bê. Ji ber vê yekê hebûna jinek tenê di erdnîgariyek de wê bibe sedema vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojiyê. Jin li ser vî erdî bi kevneşopî û çanda xwedawenda dayik jiyan û peyker û şopên wan heya roja îro hene. Ji xwedawenda Bodohîba bigre heta Star, Îştar û Înanayê.

Efrîn cihê xebatên Jineolojiyê bû

Efrîn yek ji kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku tê de xebatên Jineolojî ji destpêka şoreşê heya îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, dihat meşandin. Piştî demekê di 2'yê Îlona 2017'an de li Efrînê Navenda Lêkolînên Jineolojî hat vekirin. Hejmarek ji jinan tê de kar meşandin û dest bi xebatên rêxistinkirin, perwerde û lêkolînkirina dîrok û sosyolojiya herêmê hat kirin. Herî zêde giranî li ser cihên dîrokî û girêdana wan a bi xwedawenda dayîk û jiyana komînal re dihat keşifkirin. Ev jiyan heya sedsala 21'ê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebû. Ev yek jî nîşan dide ku jiyana hevbeş di nava jin û mêr de li ser vê erdê ji destpêkê ve hebûye.

Rola Nagîhan Akarsel 

Di nava jinên pêşeng ên ku bi hezkirin û îrade li navenda Efrînê xebitîn, têkoşer û rojnameger Nagîhan Akarsel jî hebû. Mohra wê ya zanistî di hemû lêkolînan de li Efrînê hebû. Hilberînên navendê di wê demê de gelek bûn a herî girîng "Dîroka Efrîn û navçeyên wê" û "Lêkolînên arkeolojîk ên cihên dîrokî” bû.

Navenda Jineolojiyê ya li Efrînê 

Di encama dagirkirina herêmê de bi sadhezaran şêniyên resen neçarî koçberiyê bûn û li herêmên Şehba û Til Rifetê tevî dorpêça herêmê û derfetên kêm ên jiyanê li wir bicîh bûn. Lê berxwedana jinan bi dawî nebû, teslîmiyetê qebûl nekirin. Jinan bi domandina berxwedana xwe xwestin jiyana azad bijîn. Ev yek jî bû sedem ku Navenda Jineolojî careke din deriyên xwe veke, bi armanca lêkolînkirina rewşa jinan di nava koçberiyê de û bandorên wê. Navend di 9'ê Çileya 2021'ê de ji bo bîranîna têkoşerên komkujiya Parîsê Sakîne, Fîdan û Leyla hat vekirin û tê de gelê Şehba û koçberên Efrînê cîh girtin. Tevî ku di nava dorpêçê de ev navend hat vekirin jî, hezkirin û piştgiriya gel jê re pir bû. Gelek jinan dest bi kar kirin. Perwerde di akademiyên leşkerî û civakî de dihatin dayîn, têgeha Jineolojî ji civakê re dihat şîrovekirin. Li gorî pêdiviyên herêmê navendê dest bi lêkolînên sosyolojiye jî kir.

Ev israr ji bo belavkirina zanista jinê "Jineolojî" wê bibe bersiv, ji plan û armancên dagirkeran re. Dubarekirina heman dagirkerî û senaryoyê gelek caran li ser heman gelan nîşan dide ku berxwedan berdewam dike. Ev gel bi biryar e ku bi rûmet bijî û serî li partiyên ku nûnertiya wan û vîna wan nake nade.

*Endama Akademiya Jineolojî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

NÛJINHA/ZERÎBAN HISÊN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.