Daxwaz vegera li Efrînê ye
Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 03:05
Şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, dan zanîn ku daxwaza wan a sereke vegera li Efrînê ya bêdagirkirî ye û jiyaneke ewle ye.
Li dibistana El Merîî ya li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê 24 malbat dimînin ku ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne. Malbatên koçber ji ber kêmbûna avê, qutbûna dûbare ya ceyranê, kêmbûna hêmanên sereke yên jiyanê, belavbûna nexweşiyan a ji ber bilindbûna germahiyê zehmetiyan dikişînin. Koçberan diyar kir ku daxwaza wan a sereke vegera li Efrîneke bêdagirkerî ye.
Şêniyê bi navê Mistefa Henan anî ziman ku êşa wan koçberiyê ji Helebê dest pê kir, piştre Efrîn, Şehbayê û heya Amûdê dewam kir û wiha domand "Vegera li Efrînê ji ber hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayê wê ne ewle ne. Gelek kesên ku hewl dan vegerin, hatin revandin an qetilkirin."
Mistefa Henan ji rêxistinên mirovî xwest ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin, bi cidî rewşa koçberan bişopînin û li ser biskinin û got: "Pêdiviyên me yên bingehîn av û ceyran e."
Mistefa Henan di dawiya axaftina xwe de got "Hêviya me ya vegerê heye, em di wê baweriyê de ne ku piştî qewtiandina dagirkerên Tirk û çeteyên wê em dê vegerin."
Reşîd Elo jî 4 ji Heleb, Efrîn û Şehbayê 4 caran koçber bûye û herî dawî li Efrînê bi cih bûye got: "Kargeheke min necariyê (dartişê) hebû ku jêdera sereke ya debarê bû. Lê min her tişt ji dest da. Li Şehbayê zeviyekî min ê çandiniyê hebû, lê di dema çinînê de çeteyan zevî şewitandin û me ji jêdera me bêpar hişt."
Reşîd Elo destnîşan kir ku ya wan ku êşa wan hinekî sivik kiriye helwesta şêniyên herêmê ye û wiha domand "Lê tişta ji me kêm e malên me ye. Eşqa Efrînê ji bîra me dernayê. Her şaxek darên zeytûnan Efrîn tîna bîra me. Efrîn qubleya me ye. Her çi qas em hewl bidin ku xwe biguncînin jî, em ê ji axa xwe koçber bimînin."
ANHA/QAMIŞLO/SÎMAV MEHMÛD