Ne çek jiyan pîroz e

Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 03:45

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

Piştî 26 salan Rêber APO bi dîmen derkete pêşberî rayagiştî. Banga Rêber APO di nava gelan de deng veda. Bi taybetî di nava gelê Kurd de hêvî û kelecanek afirand. Bi merasîma çek şewitandinê jî, deriyekî din ji pêvajoya nû re hate vekirin. Hunermend Hozan Aydin, derbarê peyama Rêber APO û merasîma çekşewitandinê, hestên xwe ji rojnameya me re anî ziman:’’Piştî 26 salan min dîmenê Rêbertiyê dît. Bi kelecaneke mezin, çavên bi hêsiran dagirtî min temaşe kir. Weke ku min hertişt jibîr kiribû. Tenduristiya xwe baş bû, dengê wî zelal bû û sekna wî xurt bû. Ev ji bo min gelekî biqîmet bûn. Ez tenê wê demê bi tenduristiya wî difikirîm. Ez gelekî kêfxweş bûm. Di heman demê de banga wî ez hêvîdar kirim. Peyama wî ya ji bo aştiyê gelekî bi qîmet bû.

Demokrasî sînoran nas nake

Hozan Aydin destnîşan kir ku banga aştî û demokrasiyê ya di dîmen de hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo gelên cîhanê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û got:’’Bang daxwaza mirovahiyeke ku sînoran derbas dike temsîl dike. Ji bo min avakirina demokrasiyê ji bo mirovahiyê pêdiviya herî bingehîn e. Banga birê Ocalan jî vê yekê armanc dike. Li Rojhilata Navîn avakirina civaka demokratîk, wê ne tenê ji bo Kurdan, ew ê ji bo hemû gelan bibe çareserî.’’

Çek şewitandin dilê min lêda

Dema ku min dît çek tên şewitandin, dilê min lêda. Me jî di vê rêyê de berdêlên mezin dan. Vê tevgerê careke din nîşanî me da bê ka çiqasî wêrek e. Ev bi tenê bêçekbûn nîne, di heman demê de nîşaneya rêzdariya li pîroziya jiyanê ye. Şewitandina çekan ji bo min tê vê wateyê. ‘Jiyan ji çekan hîn birûmettir e.’ Vê merasîmê jiyana mirovan pîroz kir û çek jî kire qurbanê vê pîroziyê. Ev yek ji bo min gelekî biqîmet e û layiqê rêzdariyê ye.’’

Divê bi zilma kirine hevrû bibin

Hozan Aydin da zanîn ku li giştî cîhanê ev çek li hemberî gelan hatiye bikaranîn û bal kişand ser trajediyên gelê Kurd jiyan kirine û got:’’Me yekser dît ku ev çek di nava Kurdan de bûye sedema hilweşînên çawa. Malên me, gundên me û axa me hatin bombe kirin. Xwestin me bê ax, bê nasname bihêlin. Li hemberî vê yekê tevgera azadiyê neçar ma çekê hilgire. Ev berxwedaneke ji bo parastina hebûna me. Lê di roja me de me dît ku çekdanîn nîşaneya hêz û zanebûnekê ye. Ger piştî evqas salê, ev tevger hîn jî aştiyê diparêze, ev nîşaneya bawerî û gîhîştineke mezin e. Ji ber ku aştî ne bi lewaziyê, bi hêzê ava dibe.’’ Hozan Aydin destnîşan kir ku Birêz Ocalan û tevgerê tişta ketine ser milên xwe pêk anîne û niha dora dewletê ye û got:’’Êdî divê dewlet gaveke cidî bavêje. Erdogan jî di axaftinên xwe de behsa zindana Amedê, Torosên spî û zilma li gelê Kurd hatiye kirin dike. Heta ku ev zilm nehata zanîn, ev şer jî nedibû. Niha dema guhertina vê qonaxê ye.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.