Jineolojiyê rolek girîng lîstiye
Sêşem 17 Hezîran 2025 - 03:35
ROZA METÎNA / AMED
Endama Desteye Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşegul Ayaz têkildarî nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Jineoliyê re bi rê kir wiha got:"Xebatên ku Jineolojî dimeşîne di ronîkirina rastiya nasname û hebûna jinê de rolek pir mezin dilîze. Bi rastî jî em dikarin bêjin Jineolojiyê di vî alî de rolek pir girîng lîstiye. Loma Birêz Ocalan girîngiyê dide qada Jineolojiyê."
Di 30'yê Gulanê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji Akademiya Jineolojiyê re şand. Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşegul Ayaz li ser girîngiya vê nameyê û xalên girîng ên di nameyê de cihê xwe digirtin, nirxandin kir.
Name wateyeke mezin e
Ayşegul Ayaz di destpêkê de girîngiya nameya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo Jinolojiyê hatiye şandin wiha nirxand:”Her çiqas ev name ji akademiya jineolojîyê re hatibe şandin jî ez jî wek jin û dildarek xebata jineolojîyê kelecanek mezin jiyam. Elbet piştî tecrîdek ewqas giran girtina peyameke wiha ya ji Rêberê Gele Kurd wateyeki pir mezin e. Wekî tê zanîn Birêz Ocalan di her derfetê li ser azadiya jinê nirxandinên xwe bi raya giştî re parve dike. Di nameye de tespît, rexne û şîroveyên gelek balkêş hene. Ji 2008’an û vir ve Jineolojî xebatên xwe didomîne. Asta ku xebata Jineolojiyê gihiştiye di vê nameyê de pir xwerû tê ziman.”
Jinan dev ji azadiyê bernedan
Ayşegul Ayaz li ser pênaseya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan a ku di nameyê de cihê xwe girt wiha got:”Ji bo ku jin bikare bibe îrade hewce bû pêşî xwe nas bike. Ji bo vê jî hewce dikir zihniyeta mêrê serdest ji ser xwe bavêje. Ev bi xwe tenê têkoşîn û berdêlek mezin dixwaze. Ji ber ku hişmendiya mêrê serdest ji bo astengkirina têkoşina azadiya jinê çi ji dest hat, kir. Jinên ku wek xwedawendên hemdem dihatin zanîn bûn hedefên pergala serdest û hatin qetilkirin. Yek ji wan mînaka herî bi êş jî Nagîhan Akarsel bû. Her wiha xebatên me yên Jineolojiyê, kovarên me hatin qedexekirin. Lê jinan rixmê vê jî tu car serî netewand, dev ji rastiya xwe û têkoşîna azadiyê bernedan. Loma azadiya jinê gelekî girîng e.”
Nîqaşên sosyalîzmê ket xetek nû
Ayşegul Ayaz xala derbarê sosyalîzmê de wiha şîrove kir:”Di dawiya sedsala 20’î de, piştî hilweşandina reel sosyalîzmê, nîqaşên sosyalîzmê ket xetek nû. Gelek nirxandin û şîrove li ser vê mijarê hatine kirin. Lê di dahurandinên desthilatdarî û dewletê de valahiyek mezin hebû. Di nameyê de jî Birêz Ocalan vê rastiyê tîne ziman. Sosyalîzm di eslê xwe de birdoziya azadiya nasnameya bindest e. Dema em vê rastiyê binêrin di civakê de nasnameya ku herî zede tê perçiqandin nasnameya jinê ye.”
Jineolojiyê rolek girîng lîstiye
Ayşegul Ayaz bal bir ser rola Jineolojiyê û wiha pê de çû:”Xebatên ku Jineolojî dimeşîne di ronîkirina rastiya nasname û hebûna jinê de rolek pir mezin dilîze. Her wiha têkîliyên ku îro hatiye asta qrîzê ji nû ve dinirxîne û alternatîfên vê datîne holê. Jin, mêr, civak, xweza, dîrok, feslefe, aborî, siyaset û hwd. ji nû ve tê destgirtin. Ev jî dihêle ku xebata azadiya jinê û qadên rexistinkirinê xwe bispêre hişmendiyek zanistî. Bi rastî jî em dikarin bêjin Jineolojiyê di vî alî de rolek pir girîng lîstiye. Loma Birêz Ocalan girîngiyê dide qada Jineolojiyê.”
Kolekirina jinan
Ayşegul Ayaz di heman demê de bal bir ser gotina kolekirina jinan a Abdullah Ocalan a di nameyê de derbas dibû û wiha dewam kir:”Ji dîrokê heta niha tu pergal an jî îdeolojiyê pirsgirêka jiyanê baş tehlîl nekirine. Ji ber ku di bingeha pirsgirekên pergalê de kolekirina jinê negirtine dest. Tevgerên sosyalîst jî mijara azadiya jinê hiştine piştî şoreşê. Lê em îro dibêjin şoreş bi azadkirina jinê ve gengaz dibe. Dema me rastiya jinê û jiyanê rast pênase kir û li gor vê civaka exlaqî û polîtîkk ava kir wê demê em dikarin bêjin xençera pişt civakê hatiye derxistin û pirsgirêkên din ên pergalê wê bên çareserkirin.”
Zayendperestî dibêje jin meta ye
Ayşegul Ayaz li ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘divê nasnameya jinan a tê avakirin ji têgehên zayendperest dûr be, divê jin li ser vê yekê kûr bibin wiha got:”Hewce ye nasnameya jinê ji penaseyên pergalî cuda were destgirtin. Jin çi ye? Ev pirs tenê nikare bi aliyekî ve were bersivandin. Têgehên zayendperest dibêje jin kole ye, bindesta mêr e, nîvînsan e, meta ye, tenê dayik e, dara şikestî ye... Bi van pênaseyan dixwazin heqîqetek seqet ji bo jinan ava bikin. Ji bo vê hişyariya Birêz Ocalan di vê hisûsê de pir bi wate û girîng e. Hewce ye jin xwe bi xwe pênase bike, ev mijar ji bo me pir jiyanî ye. Hewce ye em vê mijarê ji pergala zayendperest re nehêlin.”
Divê jin rola xwe bilîze
Ayşegul Ayaz herî dawî li ser gotina Abdullah Ocalan a ‘divê jin ji pêvajoyê re pêşengiyê bike’ jî wiha got:”Pêvajoya ku em tê de derbas dibin tenê bi peymanan, li ser maseyên dîplomasiyê pêş nakeve. Divê em daxwaza xwe ya azadî û aştiyê bi înşakirina civaka demokratîk xurtir bikin. Civak çiqas xwe demokratîk bike û saziyên xwe yên mayînde ava bike pergal jî wê ewqas mecbûr bimîne biguhere û nasnameya civakê qebûl bike. Ev jî encax bi pêşengiya jinê ve dikare karaktera avakirinê demokratîk bike. Li cihekî vîna jinê tune be li wir em nikarin behsa azadî û jiyanek aştiyane bikin. Bi vê wesileyê ez jî banga Birêz Ocalan dubare dikim û dibêjim hemû jinên Rojhilata Navîn divê cihê xwe di avakirina civaka demokratîk de bigire. Têkoşîna azadiya jinê bi vî awayî dê azadiya civakê bi xwe re bîne.”