80 jin ji Jineolojiyê mezûn bûn

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:50

EBÎD MUHAMMED / NÛJINHA / QAMIŞLO

Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê yekem zanîngeh e ku beşa hînkirina Jineolojiyê di nava xwe de dihewîne, di 6 salan de zêdetirî 80 xwendekar mezin bûne ji bo belavkirin û bicihkirina Jineolojiyê di saziyên cuda de cih digrin.

Jineolojî cara yekem di 2008’an de bi paraznameya Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan re weke têgînek ket rojeva jinan. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek guhertin çêbûn, jin di gelek qadên girîng de destkeftiyên mezin bidest xistin. Di sala 2017’an de li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşa Jineolojiyê hat avakirin û êdî di nava materyalên xwendina Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî de bi fermî cih girt.

Li gorî rêveberên beşa Jinelojiyê di Zanîngeha Rojava de; di nav 6 salan de zêdetirî sed xwendekarên jin xwe tomar kirin. Heta niha nêzî  80 ji wan der çûne. Hinek derçûyên beşê di beşên xwendina bilind de xwendin û lêkolînên xwe didomînin, hinek jî di beşên dibistanan de mamostehiya materyala jineolojî û zanistên civakî dikin. Di saziyên jin, saziyên civakî, navendên lêkolînê, saziyên ragihandinê her wiha di navendên lêkolînê yên Jineolojiyê de tevli kar û xebatan bûne.

Beşa Jineolojî bernameya xwe li ser 4 û 5 qonaxan dimeşand. Di sala xwendinê ya 2023-2024’an de beşa jineolojî bû 4 sal, tê wateya 8 qonax. Roja îro bi giştî 30 xwendekar berdewam dikin. Hîndekarên beşa Jineolojiyê dibêjin ku 2 sal têrê nakin û dibêjin: “Di destpêkê de daxwaz ew bû ku em bernameya Jineolojiyê bikin 4 sal. Lê ji ber ku beşeke nû bû, weke avakerên beşa Jineolojî me xwest hem em xwe bibînin, xwendekar hêza xwe nas bikin û hem jî civak beşê nas bike. Di nav salan de peşniyarên xwendekaran ew bû ku salên xwendinê bên dirêjkirin. Li ser esasê daxwaza xwendekaran û pewistiyên zanistî îsal beşa Jineolojiyê bû 4 sal.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.