Operasyona Vegera Jiyanê
În 20 Kanûn 2024 - 02:20
- Piştî ‘Operasyona Vegera Jiyanê’ ya bi hinceta ‘ji bo zirar neyê tu canî em xesas tev geriyan’ pêk hat, tu kes nehatin cezakirin û tecrîd giran bûn, tîpên S û Y tên avakirin. 51’emîn rûniştina doza ‘vegera li jiyanê’ li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Wezîrê Karê Derve yê demî Saadettîn Tantan wek şahid hat guhdarkirin û îmzeya xwe ya di bin biryarê de qebûl kir û ji bo komkujiyê jî got ‘ji bo zirar neyê can em bi xesas tevgeriyan.”
Operasyona bi navê ‘Vegera jiyanê’ ku dema serokwezîrê demî Bulent Ecevît de ku gotibû ‘ji bo terorîst ji terora wan bên xilaskirin’ di 19-22’yê Kanûna 2000’î de li 20 girtîgehên cuda yên welat pêk hat. Di operasyonê de 28 girtî û leşker, bi giştî 30 kesî jiyana xwe ji dest da.
Di 1997’an de bi îmzeya Wezîrê Dadê yê hikûmeta Refah-Yol, Şevket Kazan, ji Wezareta Bayindir û Îskanê re nivîsek hat şandin û di vê nivîsê de sedema daxwaza girtîgehên Tîpa F derketibû holê.
Biryara operasyonê
Di pêvajoya desthilatdariya Refah-Yol de dihat xwestin ku girtîgeh heman bên çêkirin lê temenê Refah-Yol têrî vê nekir. Di 15’ê Tîrmeha 1997’an de Wezîrê Dadê yê demî Yaşar Topçu ji serokatiyê re nivîsek şand û got ev pêşniyar di cih de ye û divê biyar bê girtin. 10 roj şûnde di 25’ê Tîrmeha 1997’an de biryar hat girtin. Serokomar Suleyman Demîrel biryar bi lez erê kir û Tîpên F hatin çêkirin.
Pêvajoya çû operasyona ‘vegera jiyanê’
*Di 22’yê Nîsana 1999’an de înşatên girtîgehên Sîncan Enqere, Kandira Îzmît, Edîrne, Tekîrdag, Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê hatin destpêkirin.
*Di Çileya 2000’î de, bi IMF’ê re peymana 17’emîn Stand-by hat îmzekirin. Çend hefte şûnde Bulent Ecevît got heta pirsgirêka girtîgehan çareser nekin nikarin ewle binêrin.
*Di 18’ê Çileya 2000’î de;hat gotin 6 girtîgehên Tîpa F li ber qedandinê ne û wê di gulanê de bên teslîmkirin.
*8’ê Gulana 2000’î; Wezîrê Dadê H.Samî Turk 6 girtîgeh dan nasîn û ya Tîpa F ya Kocaeliyê bi çapemeniyê da nasîn.
*10’ê Hezîrana 2000’î; Midûrê giştî ya Ceza û Malên Tevkîfê Alî Suat Ertosun ji Yenî Şafakê re axivî û wan her cureyê protestoyê dane ber çavan û wê derbasî Tîpa F bibin.
*22’yê Tîrmeha 2000’î;Malbatên girtiya li ber Lîseya Galatasarayê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û heta 19’ê Kanûnê berdewam kir. Polîsan her hefte mudaxale kir. Di 16’ê Îlonê de 25 parêzer jî di nav de 50 kes bi tundiyê hatin binçavkirin.
*20’ê Cotmeha 2000’î; Girtiyên siyasî ketin greva birçîbûnê ya bêdem.
*27’ê Cotmeha 2000’î; Wezîrê Dadê H.Samî Turk got ‘Bila nekevin grevê. Wê tîpên F bikevin meriyetê.”
*19’ê Mijdara 2000’î: Girtiyên siyasî grev veguherîn rojiya mirinê.
*9’ê Kanûna 2000’î; Wezîr Samî Turk got neqlên ji bo Tîpa F bêdem hatine taloqkirin û saziyen têkildar wê j nûve nirxandinê bikin.
*11’ê Kanûna 2000’î; Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê Mehmet Bekaroglu, Kamer Genç, Tunay Dîkmen û serokê duyemîn ên TTB’ê Metîn Bakkalci li girtîgeha Bayrampaşa bi girtiyan re hevdîtin kirin. Heman rojê 7 parêzer û 5 parêzerên stajyer li avahiya komeleya ÇHD’ê dest bi grevê kirin.
*14’ê Kanûna 2000’î; Samî Turk pêşniyara heyeta çû girtîgehê ya der barê Tîpên F de qebûl nekir.
*15’ê Kanûna 2000’î; Wezîr Samî Turk got mutabakat ger pergala odeyan bê qebûlkirin wê bibe û got dest ji rojiyên mirinê berdin.
16’ê Kanûna 2000’î; Heyetek ji rewşenbîr û hunermendan pêk dihat ji bo dîsa hevdîtin bê kirin serî li Wezareta Dadê dan. Lê wezaretê red kir.
*17’ê Kanûna 2000’î;Ji bo hevdîtin dîsa dest pê bikin serokê Baroya Stenbolê parêzer Yucel Sayman bû navbeynkar. Girtiyan ji Yucel Sayman re got divê lihevkirinek hebe. Wezîr Samî Turk di saetên êvarê de daxuyanî da û got berpirsê tiştên pêk bê yê piştgiriyê didin wan e.
*18’ê Kanûna 2000’î; Serokwezîr Bulent Ecevît, cigirê wî Husamettîn Ozkan, Wezîrê Dadê Samî Turk û wezîrê karê hundir Sadettîn Tantan hatin gel hev.
*19’ê Kanûna 2000’î: Saet li dora 04.00’an li seranserê welat li 20 girtîgehên cuda operasyon hat kirin. Wezîr Samî Turk got armanc bidawîkirina rojiyên mirinê û pêkanîna otorîteya dewletê ye.
Biryara bê rayeyê hat dayîn
51’emîn rûniştina doza ‘vegera li jiyanê’ li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Wezîrê Karê Derve yê demî Saadettîn Tantan wek şahid hat guhdarkirin û îmzeya xwe ya di bin biryarê de qebûl kir û ji bo komkujiyê jî got ‘ji bo zirar neyê can em bi xesas tevgeriyan.”
Darizandina 194 gumanbarên der barê komkujiyê de didome. Parêzeran der barê Wezîrê Karê hundir Saadettîn Tandan û Midûrê Giştî yê Ceza û Malên Tevkîfê Alî Suat Ertosun de ji bo bên cezakirin gilî kirin. Lê biryara bê rayeyê hat dayîn.
DMME’ê tazmînat hikum kir
Serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hat dayîn. DMME’yê Tirkiye sûcdar dît û 137 hezar euro tazmînat hikum kir.
JINNEWS/STENBOL