Ocalan hêviya wan e jî

Çarşem 14 Îlon 2022 - 21:09

  • Luice: Paradîgmaya Ocalan ew qasî ber fereh e ku ji bo tevahiya mirovahiyê, azadiya jinan û karkeran derfeta perspektîfeke nû ye. Ez bextewer im ku beşek ji vê meşê me. Em hêzê didin hev, em li cem hev in, em hev du nas dikin. Ev tecrûbeyeke ezîm e.

BERFîN DENÎZ / DUSSELDORF

Meşa dirêj a ciwanên Kurd û înternasyonalîst a li Elmanyayê di roja xwe ya 5’an de dewam dike. Hejmara ciwanên Kurd û ên înternasyonalîst hema hema bi qasî hev e. Ji sedê 40’ê meşvanan jî jin in. Ew bi coşa xwe timî li pêşiya kortejê ne. 

Meşa dirêj "Ji bo Azadiya Rêber Apo Werin Cenga Azadiyê" ji bajarê Elmanyayê Essenê dest pê kiribû. Di roja 4’an de ciwan ji Benrathê 20 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin Leverkusenê. Li Leverkusenê di pêşpirka zanîna li ser dîroka Kurdistanê de ciwanên înternasyonalîst jî bi qasî yên Kurd şareza bûn. Ciwan îro jî li Chempark-Leverkusenê dicivin û ber bi Koln-Mulheimê ve dimeşin. Êvarê jî ew ê beşdarî paneleke li ser mijara cinsiyeta civakî bibin.

Sakîne Cansiz ew anî cem Kurdan

Ciwanên înternasyonalîst jî êdî weke meşa xwe, xwedî li vê meşa ji rêûresmê ya ciwanên Kurd derdikevin. Di meşê de ew timî slogana “Bijî Serok Apo” dibêjin. Yek ji van ciwanan Luice Meier a 19 salî ye. Ew ji paytexta Elmanyayê Berlînê ye. Ev cara yekê ye ku tevlî meşa dirêj dibe. Li ser pêşniyaza hevalên xwe, Luiceyê kitêba Sakîne Cansiz (Sara) ya bi navê “Jiyana min tev şer bû” xwendiye: “Bi vê kitêbê min Tevgera Azadiyê ya Kurdan nas kir. Berxwedan û têkoşîna Heval Sara a di zindanê de gelek tesîr li min kir. Rê nîşanî min de. Ji ber wê ez li vir im.”

Luice dibêje, paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan perspektîfeke nû ye: “Ev paradîgma ew qasî ber fereh e ku ji bo tevahiya mirovahiyê, azadiya jinan, karkeran derfeta rûpelekî nû, perspektîfeke nû ye. Ez bextewer im ku beşek ji vê meşê me. Em hêzê didin hev, em li cem hev in, em hev du nas dikin. Ev tecrûbeyeke ezîm e.” 

Berpirsiyariya Elmanyayê jî heye

Luice Meier dixwaze ku dewleta Elman berpirsiyariya xwe ya di êsîrkirina Ocalan de qebûl bike û paşê dibêje, “Elman, weke welatekî NATO’yê, di şerê li Kurdistanê de şirîkê esasî yê dewleta Tirk e. Peymanên wan hene.

Gelê Elman divê vê berpirsiyariyê bibîne û li ber rabe.”

Tevgera Kurd hêviyê çêdike

Jacky Baumann jî ev cara pêşî ye ku tevlî meşa dirêj dibe. Beriya bi min re bipeyive, pêşî govendê digerîne. Di siyasetê de ew pêşî dibe antîfaşîstek. Ew dibêje, “Di Antifayê [Kurteya Tevgera Antîfaşîst] de bi saya serê wan kesên bi Tevgera Kurd re bûn, min jî Tevgera Kurd nas kir. Di hin komên xwendinê de fikrên Tevgera Kurd hatin xwendin û van gelekî bala min bire ser xwe. Di nava van de ya herî zêde bala min bire ser xwe, îdeolojiya azadiya jinê bû. Ne tenê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo mirovan, lê yên ji bo xwezayê jî pirr balkêş in.

Tevgera Kurd niha fikrên wê di dixwaze bixe pratîkê. Tevgera Kurd hêviyê çêdike.”  

Kela canê Jacky gelekî rabûye, ew dibêje, “Li vir, her roj em hînî tiştekî din ê nû dibin. Mirovên nû; fikrên nû ne û em minaqeşeyên nû dikin, ev min gelekî şa dike. Jixwe govenda di bêhnvedanê de pirr xweş e.”

Heta ku Rêbertiya me azad bibe

Teressa Şahin ji Nisêbînê ye. Ew yek ji wan ciwanan e ku hema hema li her çalakiyê em wê dibînin. Teressa di her meşê de kela canê xwe nîşan dide. Ev çar sal in tevlî meşên dirêj jî dibe. Ew dibêje, “Ji bo Azadiya Rêber Apo ez li vir im. Werin em bi hev re Rêbertiya xwe azad bikin.”

Ciwanan şehîdên şoreşê jî bi bîr anîn

Ciwanên ku ji Essenê berê xwe dane Aachenê, di dawiya roja sêyemîn a meşa dirêj de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Dusseldorfê şehîd bi bîr anîn. Ciwanên Kurd û înternasyonalîst tevlî merasîma bibîranîna şehîd Baran Mawa, Tijda Ekecîk, Dîdar Harûn, Seher Denîz, Delal Nûrhak, Berjîn Zenda, Senar Zagros, Lecwan Mûnzûr û Alî Çîçek bûn. Dayika Şehîd Lecwan Mûnzûr, Ayten Sunger jî di merasîmê de hazir bû. Ayten Sunger endama Koordînasyona PAJK'ê Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo jî bi bîr anî û got, "Em soz didin ku li ser şopa wan bin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.