Êrişên kîmyewî hatin rûreşkirin

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 9 Îlon 2023 - 03:17

Ciwanên Kurd û înternasyonalîst, di roja dawî ya çalakiya xwe ya Meşa Azadiyê de, doh li ber Katedrala Kolnê (Kolner Dom) bi performansekê, ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî li Kurdistanê, dewleta Tirk protesto kir. Ciwanan ji bo balê bibin van êrişên bi sîlehên kîmyewî yên li dijî Kurdistanê û komkujiyên bi destê dewleta Tirk, kîsên spî li xwe kirin û performanseke şanoyê nîşan dan da ku îşaret bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin. Ciwanan zengilê hewarê lêxist, paşê gazên rengzer berdan û ciwanên kîsên spî li wan xwe avêtin erdê. Ciwanên çalak, demeke dirêj bi wê rewşê bal bire ser êrişên dewleta Tirk ên bi sîlehên kîmyewî. Ciwanan di dema çalakiyê de dengê gerîlayên di êrişên bi sîlehên kîmyewî de şehîd bûne, bi xelkê dan guhdarîkirin. 

Heta Ocalan azad bibe

Ciwanan bi daxuyaniya xwe ya roja dawî ya Meşa Azadiyê de got, “CPT divê rapora hevdîtina xwe ya li Îmraliyê tavilê eşkere bike. Dewlet û saziyên navneteweyî gava mesele Kurd û Rêbertiya wan e, xwe kerr û lal dikin û li dijî me şer dikin. Em ti hêviyê ji wan nakin. Peyama Rêber Apo ya ji bo me ciwanan û gelê Kurd zelal e.”

Ciwanan  bal bire ser wê yekê ku dewleta Tirk cenazeyê gerîlayan di qutiyan de radestî malbatan dike û wiha dewam kir: “Dixwazin bi vî awayî rûmeta me binpê bikin, kerameta me nehêlin. Bersiveke em bidin dewleta Tirk heye: Em ê têkoşîna xwe bi sloganên ‘Tolhildan’, ‘Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin’ dewam bikin. Me Tolhildan Tekman, Hakan Arslan, Egîd Îpek, Şehîd Helbest, Şehîd Baz, Dayika Taybet ji bîr nekir. Me ji bîr nekir ku Garibe Gezer hatiye kuştin. Me xiyaneta li Heval Harûn hatiye kirin ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.