BERFÎN DENIZ / DUSSELDORF
Di ser êsîrbûna Rêber Abdullah Ocalan re 24 sal bihurîn. Tevî tecîrda mutleq jî, fikrên Rêber Abdullah Ocalan li seranserê dinyayê belav dibin. Di çalakiyên li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê de, dostên Kurdan jî cihê xwe digirin.
Di çalakiya Rêwîtiya Azadiyê ya bi şiyara “Bi Rûhê Apoyî ber bi Rêwîtiya Azadiyê ve” ji bilî qederê 200 ciwanên Kurd, qederê 40 ciwanên înternasyonalîst jî di navbera 4 û 8´ê Îlonê de ji Duisburgê heta Kolnê meşiyan. Ciwanên înternasyonalîst ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Ingilîstan, Spanya, Îtalya, Bolîvyayê ne. Ew jî tevî ciwanên Kurd 2´yê Îlonê li NCDK´a Dusiburgê civiyabûn û ji xwe 3´yê Îlonê beşdarî Konferansa Rêwîtiya Azadiyê bûbûn ku li ser fikr û hizrên Rêber Abdullah Ocalan bû.
Ciwanên li Ewrûpayê çima nayên?
Yek ji rêwiyên vê Rêwîtiya Azadiyê Bêrîvan Kan a Amedî ye. Ew dibêje, “Em ji Hannoverê 51 kes hatin, pirraniya wan ciwanên nû ji welêt hatine. Çima ciwanên li vir mezin bûne, ne li vir in. Xebatên li Ewrûpayê ji bo ciwanan kêm in, xebatên çandî û yên perwerdeyê kêm in.
Min du hevalên xwe yên jin vexwendin da ku tevlî meşê bibin, lê malbatên wan destûr neda. Vê ez metelmayî hiştim. Nexasim jinên ciwan divê tevlî çalakiyên wisa bibin, em bi hev re dikarin xurttir bibin”
Em dixwazin li Kurdistana azad bijîn
Ji Rojhilatê Kurdistanê 13 rêwiyên azadiyê hene. Yek ji wan Ferzad ê Hewramanî ye: “Rêber Apo, behsa xetên xiyanet û azadiyê dike. Divê em Kurd li vê yekê xweş serwext bibin. Em dixwazin li Kurdistanê bijîn, lê Kurdistaneke azad, çawa ku Rêber Apo behsa wê dike. Îro li Îranê şoreşekê bi slogana ´Jin jiyan azadî´ dest pê kiriye. Pêşengê vê şoreşê fikrên Rêber Apo ne. Divê em hay ji vê hebin û xwe li ber rohniya van fikrên Rêber Apo perwerde bikin.”
´Divê em bidin ser rêya Rêber Apo´
Mahir Nasirî yê 26 salî ji Ûrmiyê ye. Ji ber çalakiyên şoreşa “Jin jiyan azadî” li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rejîma Îranê 23 sal cezayê hepsê lê birriye. Ew dibêje, “Wanên li Îranê nedizanî ku ev slogan ji fikrên Rêber Apo peyda bûye. Îro roj, ev slogan li her derê ye, li kolanan, li zanîngehan û li her derê. Rêber Apo beriya 20 salan 30 salan çi got, îro hemû diqewimin. Heger ciwan doza jiyaneke bi rûmet dixwazin, lazim e li ber rohniya fikrên Rêber Apo bimeşin.”