Desthilata Başûr ciwanan bê hêvî dike!

Pêncşem 4 Kanûn 2025 - 09:20

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji sîstema birêvebirinê bi fikarin, diyar dikin ku desthilata niha ya Herêma Kurdistanê bêhêvîtiyê ji bo ciwanan çêdike. Têkildarî şêwaz û nêzîkatiya desthilatê ya ji bo ciwanan, ciwanên Silêmanî axivîn. Ciwanê bi navê Şemal Luqman bal kişand ku di civakê de ciwan xala esasî ne û got: “Di mijarên yekrêzî û neteweyî de erkê herî destpêkê dikeve ser milê ciwanan. Divê karek wisa bike ku xwe berpirsyar bibînin bi taybet di mijarên netewî de. Niha kesên bi temen tê xistina pêşiya kêrhatiyên ciwanan, pişt bi ciwanan nayê girêdan. Ev yek jî dike ku ciwan bawerî bi kêrhatinên xwe neyînin. Sîstema desthilatê yekem berpirsê bêhêvîkirina ciwanane. Bi salane ciwan xwendina xwe teman dikin, nikarin kar bikin. Vê yekê jî kiriye ku ciwan bi qasî pêwîst hez ji welatê xwe neke. Ciwan berê wan dikeve ku karek bibîne tenê di berjewendiyê wan de bin. Divê karek wisa bê kirin ku ciwan bikevin ferqa berpirsyariyên xwe yên li hemberî welat. Ciwanan gihandiye asteke wisa ku Kurdbûn dijî ole. Ev yek jî şaştiyeke pir mezine. Hemû hêvî û derfet ji bo kur û keçên desthilatdaran hatiye afirandin. Vê yekê kiriye ku ciwan berê xwe bidin Ewropayê.”

Berê ciwanan didin derve

Ciwanê bi navê Hîwa Reşîd destnîşan kir ku li Kurdistanê rêjeya zêde ciwanin û got:“Ciwan li Başûrê Kurdistanê tenê bûne temaşevanên siyasetê. Tevlî karê siyasî nayên kirin û ti roleke wan nîne. Ji ber ku bawerî bi ciwanan nayê dayîn. Dibêjin, ‘ne xwedî ezmûn in’. Ev yek jî çavkaniya xwe ji rewşa siyasî û ramana siyasî tê ku rê nadin ciwan pêş bikevin.”

Hîwa Reşîd rexne li ciwanan jî kir ku ciwan xwe perwerde nakin û rêxistinên xwe çênakin û got:“Bawerî bi hêz û kêrhatiyên xwe nayînin. Ev jî çavkaniya xwe ji siyaseta desthilatê digire. Wisa li ciwanan kiriye ku baweriya wan bi kêrhatiyên wan neyên, heta berê xwe bidin madeyên hişbir jî. Li Kurdistanê tevahî dijmin bi şerê taybet ciwanan bê hêvî dike. Ciwanan bê kar dihêlin û wisa dikin ku terka welat bikin. Ev jî dihêle ku ew welat pêş nekeve.” Li gorî daneyên hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê rêjeya ciwanên Başûrê Kurdistanê zêdetirî ji sedî 13 ye. Lê li gorî daneyên saziyên nehikûmî û taybet rêjeya bêkarî li nava ciwanan ji sedî 20 zêdetire. Vê yekê jî kiriye li Başûrê Kurdistanê salane bi sedan ciwan berê xwe bidin Ewropa. Li wir xizmeta welat û sîstema desthilata wî welatî bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêber Apo di meha Nîsanê de peyamek ji bo ciwanan şandibû û gotibû:“Sosyalîzm, civake. Civaktî ye. Sosyalîstî jî civakbûyîne. Li Kurdîstanê jî pêwîste bi vê têgihiştinê siyaset bê kirin. Navê wê siyaseta civakî û sosyalîste. Ev jî bi rêxistinkirinê dibe. Rêxistinî, karê herî girînge. Heger hûn nekin, ezê bi tundî rexne bikim. Ji bo wê li her derê pêwîste hûn xwe rêxistin bikin û her derê jî rêxistin bikin. Piştgiriya xebatên we dikim, silavên xwe ji we re dişînim.

Ew kesên berê xwe dane Ewropa divê vegerin welatê xwe û jiyana xwe ava bikin û ji welatê xwe dûr nekevin. Divê deynê xwe yên li hemberî welat bidin. Ez ji bo vê kar dikim. Yek ji armanca vê pêngavê ewe ku vegerandina kesên ji welat derketine vegera li welate.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.