Çareserî perspektîfa Ocalan e

În 28 Mijdar 2025 - 03:35

Rêveberê Ciwanên Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê parêzer Shko Şhwan diyar kir ku perspektîfa Abdullah Ocalan ji bo hemû Rojhilata Navîn çareserî ye û got: “Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Ciwanên endamên Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê û Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PASOK), ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji herêma Federe ya Kurdistanê hatin bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Ciwanan li Amed, Riha, Mêrdîn û Enqereyê hin hevdîtin kirin. Ciwan di serî de beşdarî panela Yekitiya Netewî ya Ciwanan ku li Mêrdînê pêkhat bûn. Piştre jî serdana gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûyî kirin. Ciwan herî dawî jî hatin Enqereyê. Ciwanan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin daxwazname dan Wezareta Dadê û li ber wezaretê daxuyanî dan.

Ji ciwanên ku ji bo serdana Girava Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan, Rêveberê Ciwanên Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê parêzer Shko Şhwan tekildarî armanca hatina bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê  axivî.

Parêzer Shko Şhwan ku ji Kerkukê hatiyê diyar kir ku gelek partiyên Başurê Kurdistanê xwestinê bi wan re werin, lê ji ber vîze derneket nekarîbûn bên û li ser armanca xwe wiha got: “Em şandeyeke ji endamên partiyên Kurdistanê hatine. Armanca me piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Em dixwazin ew pêvajo berdewam dike û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Em dixwazin gelê Kurd di bin destiyê derkeve. Ji bo wê me jî serdana Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Em dixwazin li vir gelek kesên siyasetmedar re hevdîtinê bikin. Em dixwazin biçin Girava Îmraliyê û serdana Rêber Ocalan bikin. Em dixwazin bi vê serdanê piştgiriya pêvajoyê bikin û bi cihanê re parve bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Shko Şhwan destnîşan kir ku perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahî Rojhilata Navîn çareserî ye û wiha axivî: “Ew pêvajo ji bo tevahî herêmê aramî û başî ye. Ev pêvajo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi hev re azad û wekhev bijîn pêngava herî baş e. Li Rojhilata Navîn sedsala borî bi şer derbas bû. Di vê sedsalê de jî guherînek di Rojhilata Navîn heye. Divê gelên li Rojhilata Navîn jî li gor vê guherînê tevbigere û ew şer êdî raweste. Şer êdî di vê serdemê de bi dawî dibe. Êdî gelên li Rojhilata Navîn jî li gor vê tevbigerin. Divê gelên li Rojhilata Navîn di vê baweriyê de bin ku di vê serdemê de çareseriya herî baş jiyana bi hev re ye. Tu gelên Rojhilata Navîn ji vî şerî sûdê nagire. Heke em hemû bi hev re bijîn, dibe mînakeke nû.”

AW /ENQERE/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.