BERFÎN DENÎZ / DORTMUND
Rêber Abdullah Ocalan ev 24 sal in li Hepsa li Girava Îmraliyê bi dijwarî tê tecrîdkirin. Ev bûn 30 meh ku ti agahî jî jê nayên wergirtin. Hevdîtinên wî bi malbatê û parêzeran re hatine qedexekirin, û sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ya mutleq bi awayê astengkirina her awayê ragihandinê veguheriye incomunicada (rewşa nebûna agahiyan a mutleq). Parêzerên Rêber Ocalan ji roja astengkirina hevdîtinên bi parêzeran re yanî 27´ê Tîrmeha 2011’an ve herî kêm 49 caran miracaetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) kir. CPT herî dawî 20-29´ê Îlonê çûbû Tirkiyeyê, lê rapora xwe tevî miracaeta û daxwazan hemûyan jî eşkere nekir.
‘Ber bi azadiya Rêbertiyê ve’
Ciwanên Kurd û ciwanên înternasyonalîst, ji bo ku balê bibin ser tecrîdkirina mutleq û giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi slogana “Bi ruhê Apoyî ber bi rêwîtiya azadiyê ve” çalakiya xwe ya meşa dirêj a bi navê Rêwîtiya Azadiyê da destpêkirin. Ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Ingilîstan, Spanya, Îtalya, Bolîvyayê qederê 40 înternasyonalîstî û 200 ciwanên Kurd, 2´yê Îlonê êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Dortmundê civiyan.
Di roja yekê ya çalakiyê de li NCDK´ê bi şiyara “Bi ciwanên birêxistinkirî ber bi azadiya Rêbertiyê” konferansek li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Li hola konferansê pankartên li ser wan nivîsandî “Jin Jiyan Azadî, azadî ji Abdullah Ocalan re” û gotinên Rêber Ocalan “Me ciwan dest pê kir û em ê ciwan bi ser bixin”, “Şerê gel, azadiya gel e” daliqandin.
Hevrêyên Reber Apo û gerîla
Di konferansê de rojnamevan Sercan Aydin got, her çalakiya tê kirin, her konferansa tê kirin ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan gavek e û di heman demê de gavek e ber bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve. Wî paşê got, “Em hevrêyên Rêber Apo û gerîlayên li ser ê çiyê ne. Ev çalakî û ev konferans ne ya pêşî û ne jî ya dawî ye. Ez pê dizanim, mirovên li vir hemû jî ji vê bawer dikin.”
Sercan Aydın got, “Tecrîdkirina Rêber Apo li Îmraliyê, weke bûyereke mîtolojîk e, weke destanekê ye. Çima ev wiha ye? Lazim e em xweş li vê serwext bibin. Beriya hema hema bi 25 salan, Rêber Apo hat êsîrkirin. Ji ber ku ji fikrên Rêber Apo ditirsin, vê tecrîdê her diçe girantir dikin. Lê baş e, di nava van 25 salan çi bi destê wan ket: tine. Fikrên Rêber Apo li dinyayê hemûyî belav bûn.”
Sercan Aydin got, siyaseta tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ya dewleta Tirk e û wiha dewam kir: “NATO, Elmanya û zirhêzên navneteweyî hemû di nava vê siyaseta tecrîdê de ne. Ev bûn hema hema 25 sal, Kurd û dostên wan li her deverê çalakiyan li dar dixin. Em dibînin ku ev ne bes e. Em dixwazin li ber rohniya fikrên Rêber Apo dinyayeke nû biafirînin. Lazim e em çêtir li fikrên wî serwext bibin û karibin ji xelkê re jî bibêjin.”
Berxwedanê xurt bikin
Rojnamevan Sercan Aydin wekî din got, “Rêber Apo rojekê jî ji helwêsta xwe tawîz neda, gerîla rojekê jî berxwedana xwe kêm nekir. Madem hûn ji bo Rêbertiyê konferansê li dar dixin, çalakiya Rêwîtiya Azadiyê dikin, wê hingê hûn ê jî wiha bimeşin.”
Piştre sînevîzyoneke li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hat nîşandan. Piştî wê jî Faraşîn Sîdar li ser Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Jinên Kurd gotara xwe pêşkêş kir.
Ciwanan li NCDK´ê paşê şeveke xweşkirina moralên xwe li dar xist bi beşdariya Rêber Serhed. Ciwan îro wê meşa xwe ya dirêj ji Dortmundê bidin destpêkirin û 8´ê Îlonê jî bigihîjin Kolnê. Li ser rêya xwe ciwan wê di bajarên Bochum, Essen, Oberhausen, Duisburg, Neuss, Dusseldorf re bibihurin.