Li dijî tecrîdê ciwanan zend badan

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 12 Mijdar 2023 - 15:53

Bahoz Panos / Bedîr Yildiz

 

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêber Apo re azadî” ya Tevgera Ciwanan a Ewrûpayê, li bajrê Elmanyayê Hamburgê jî meşeke girseyî hat lidarxistin. Beriya meşa ji ber Stasyona Trênê ya Hamburgê destpêkirî, nûnerê ciwanan Emîn Amed got, “Rêber Apo xeta me ya sor e. Em ê weke ciwanên Kurd ji bo ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bû li her warê jiyanê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Di meşê de pankarta li ser nivîsandî “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî” hat hilgirtin.

Yek ji ciwanên beşdarî meşê bû, Bahoz Panos bû. Wî got, ji bo ku ew tecrîdkirina lis er Rêber Abdullah Ocalan protesto bike û piştgiriya xwe bi girtiyên siyasî re nîşan bide tevlî meşê bûye. Panos, ev bêhtirî salekê ye li elmanyayê bi cih bûye û dibêje, “Ji ber ku min di nava çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ´ê beramberî Rojava de cihê xwe girt, gelekî bi ser min de hat dewleta Tirk; ez ji warê xwe bûm. Lê li Elmanyayê min xwe ji ti çalakiyê nehişt, min nîşan da ez li cem miletê xwe me. Xwedîderketina li Rêbertiyê, divê wezîfeya her Kurdî be.”

Ciwanê bi navê Bedir Yildiz jî, hem tevlî meşê bûye û hem jî ji bo ewlehiya meşê, wezîfe girtiye. Ew dibêje, “Weke ciwanekî Kurd min xwest li vir li dijî tecrîda derveyî mirovahiyê ya li dijî Rêbertiya me dengêî xwe bilind bikim. Ez dixwazin beriya her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Em jî dixwazin weke tevahiya miletên dinyayê li welatê xwe weke mirovan bijîn.

Em bi ciwanê Kurd û Elman Alexander re bi şertê ku em wêneyî wî negirin, dipeyivin û ew dibêje, “Bavê wî Elman e û dayika wî Kurdeke ji Efrînê ye. Aliyekî min kurd e û ez timî têm ji bo ku zilma li ser miletê me rûreş bikim. Gelek Elman hez ji me dikin, lê dewleta Elman hez ji me nake. Ji bo tecîrd bi dawî bibe, divê em weke ciwan bêhtir têbikoşin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.