‘Bibin dengê Rêbertiyê’

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 5 Îlon 2023 - 03:15

  • Ciwan ji Dortmundê heta bi Bochumê 25 kîlometreyan tevî tîşortên xwe yên bi wêneyên Ocalan û alên Ocalan meşiyan. Ciwan îro bi doza Azadî ji Ocalan re Statu ji Kurdistanê re ber bi Essenê ve dimeşin. 

BERFÎN DENÎZ / DORTMUND

Ciwanên Kurd û yên înternasyonalîst, ji bo balê bibin ser tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û doza azadiya wî bikin, li Elmanyayê meşeke dirêj dikin.   
Navê meşê “Rêwîtiya Azadiyê” ye û ji welatên Elmanya, Swîsre, Fransa, Ingilîstan, Spanya, Îtalya û Bolîvya, qederê 40 ciwanên înternasyonalîst beşdarî bûne û qederê 200 ciwanên Kurd ji welatên Ewrûpayê jî tevlî meşê dibin. Ciwan 2´yê Îonê li Dortmundê hatin cem hev, wan pêr li NCDK a Dortmundê Konferansek li ser fikrên Abdullah Ocalan bi rê ve bir. Ciwan doh jî li Gara Navendî ya Trênan a Dortmundê civiyan. Ciwanan li vir bi daxuyaniyekê armanca meşa xwe da zanîn û meşa xwe ya heta Kolnê, bi qonaxa ber bi Bochumê ve da destpêkirin.

 

Berxwedana 25 salan

Komîteya Amadekar a çalakiyê daxuyanî da û got, ev bû hema hema 25 sal ku Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê tecrîdkirin û ev bûn 30 meh ku ti agahî jê nayê girtin. Komîteyê fikarên xwe yên ji vê rewşê îfade kirin û got, “Li Girava Îmraliyê, êşkeceyeke berê nedîtî li hucreyê de li Rêber Apo dikin û bi cezayên nû yên disîplînê yên timûdaîm wî tecrîd dikin. Rêber Apo ev bû qederê 25 salan bi tena serê xwe li dijî vê yekê bêwestan li ber xwe dide. Ev neheqiya li Rêber Apo li Îmraliyê tê kirin, ev êşkence divê mirovahiyê hemûyî baldar bike, bike ku ji hewarê re hazir be.”

 

Werin bi hev re bi ser kevin!

Komîteyê got, muhim e tavilê gav li dijî tecrîdê bên avêtin. Ciwanan di dewamê de got, “Weke ciwanên Kurd û yên înternasyonalîst, divê em bibin yek, li dijî kapîtalîzmê, faşîzmê û mêhtingeriyê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”

Ciwanan bang li înternasyonalîst û ciwanên Kurd ên din jî kir da ku destekê bidin çalakiyê tevlî bibin: “Werin, em bi hev re li ser rêya azadkirina Rêber Apo, bi yek dengî bibin dengê Rêber Apo. Ji bo azadiya jinan, demokrasî û ekolojiyê em bi hev re li ser vê rêyê bimeşin. Werin, bibin parçeyek ji çalakiya me ‘Bi ruhê Apoyî ber bi rêwîtiya azadiyê ve’.”  

 

Kurdistan wê bibe goristana faşîzmê

Roja pêşî, yanî doh ciwan 25 kîlometreyan meşiyan û gihîştin bajarê Bochumê. Wan li pêşiya meşa xwe wêneyê mezin ê Rêber Abdullah Ocalan hilgirt û tîşortên li ser wan wêneyê Ocalan hebû û li ser wan “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” nivîsandî li xwe kir. Ciwanan pankartên li ser wan nivîsandî “Bi ciwanên birêxistinkirî ber bi azadiya Rêbertiyê” û “Azadî ji Ocalan re” hilgirt. Ciwanan herî zêde sloganên “Bijî Rêber Apo”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Azadî ji Ocalan re statu ji kurdistanê re” got. Ciwan îro jî wê ji navenda Bochumê ber bi bajarê Essenê ve bimeşin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.