Bi hemawiyên xwe yên xemrî li herî pêş in

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 18:16

BERFÎN DENÎZ / DUISBURG

Ciwanên Kurd û înternasyonalîst bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ev 4 roj in li Elmanyayê dimeşin. Jinan bi hemawiyên xwe yên xemrî, ji meşê re pêşengî kirin.

Meşa ciwanên Kurd û înternasyonalîst ku li Dortmundê dane destpêkirin di roja 4’an de ye. Ciwanan heta niha 60 km’yan meşiyane.

‘Meşa Azadiyê’ ya ciwanên Kurd û înternasyonalîst-şoreşger ku bi armanca bi dawîkirina tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî li Elmanyayê organîze kirin, bi coş dewam dike. Nêzî 40 înternasyonalîstên ji welatên weke Elmanya, Swîsre, Fransa, Îngilîstan, Spanya, Îtalya, Bolîvya û nêzî 200 ciwanên Kurd tevlî çalakiyê dibin.

 

60 km’yan meşiyan

Di roja 3’an a çalakiyê ku li Dortmundê destpê kir, ciwan li stasyona trênan a Oberhausenê hatin ba hev. Di çarçoveya pêngava ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ ku Komelên Jinên Ciwan KJC’ê daye destpêkirin, jinan pêşengî ji meşê re kirin. Jinên ciwan hemawiyên xemrî li porên xwe girêdan, bi pankarta ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’’ û bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’, li Duisburgê dest bi meşê kirin. Tevî hewaya germ jî, ciwan meşiyan û di her bêhndanê de jî govend gerandin.
Êvarê jî ji bo jinên ciwan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Duisburgê, semînera jîneolojiyê hate lidarxistin.

Çalakiya ciwanan di roja 4’an de ye û heta niha 60 km’yan meşiyan e. Îro ciwan wê li stasyona trênan a Neussê di saet 9’an de werin ba hev û ber bi navenda bajarê Dusseldorfê bimeşin.


Li vir bibandor bûn

Melîke yek ji jinên ciwan e ku tevlî çalakiyê bûye. Melîke ya 22 sal ji Cizîrê ye. Ji ber roportaja ku bi dayîk û bavê xwe re kiriye hatiye darizandin. Beriya 9 mehan bi 6 xwişk û birayên xwe û dayîka xwe neçar maye koçî Elmanyayê bike. Melîke dibêje li welatekî din jiyîn gelekî zehmet e û cara yekê ew tevlî çalakiyeke wiha mezin dibe. Melîke di dewamê de wiha dibêje:’’Em jin hertim me di bin zextê de jiyan kir. Em bi gotinên ‘tu nikarî biaxivî, tu nikarî bikî’ mezin bûn. Lê bi paradîgmaya Rêbertiyê re ev rewş guhert. Divê hemû jinên ciwan vê yekê bibînin. Li vir dîtina jinên înternasyonalîst li ser min gelekî bandor kir. Paradîgmaya Rêbertiya me êdî li hemû cîhanê ye. Ji bo me jinên ciwan ên Kurd, ji azadiya fizîkî ya Rêber APO û ji bo azadiya xwe mezinkirina tekoşînê wêdetir ti rêyeke dinê nîne.’’

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.