MAK’ê li konvoya polîsan xist

Sêşem 26 Mijdar 2024 - 00:41

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Geverê li hemberî konvoyeke polîsên Tirk çalakiya sabotajê kirine.

Di daxuyaniya MAK'ê de hate gotin, 24'ê Mijdarê saet di 23:30'î de li taxa Eskî Kişlayê bi bombeyeke li ser rê hatibû bicihkirin di dema derbasbûna wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ûral de hate teqandin. Di daxuyaniya MAK'ê de hate destnîşankirin ku wesayita zirxî tine bû û di encamê de gelek polîs mirin, gelek jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniyan cenazeyên polîsan û polîsên birîndar bi ambûlansan ji cihê çalakiyê birin. MAK'ê diyar kir ku çalakî di çarçoveya silavkirina salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê û pêngava mezinkirina şerê azadiyê de hatiye kirin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.