Nukleera NATO’yê li dijî Kurdistanê

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 22:24

  • Di daxuyaniya pêr HPG’ê de nasnameya çar lehengên Berxwedana Zapê yên ku çalakiya fedaî 2’yê Hezîrana 2022’yan li Girê Şahîn kirin, hat eşkerekirin. 

Di daxuyaniya pêr HPG’ê de nasnameya çar lehengên Berxwedana Zapê yên ku çalakiya fedaî 2’yê Hezîrana 2022’yan li Girê Şahîn kirin, hat eşkerekirin. Di vê daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk çekên nukleer ên taktîk bi kar tîne. 21’ê Hezîranê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan jî got, dibe ku li Tepê Sor li dijî gerîlayan sîlehên nukleer ên taktîk hatibin bikaranîn. Kalkan xwe dispêre gerîlayên ku ji Tepe Sorê xwe gihandine deverên ewle, lewma îfadeyên wan îşaret bi bikaranîna sîlehên nukleer ên taktîk dike. Ji berdevkên Têkiliyên Derve yên KCK´ê Hîwa Zagros jî behsa van îfadeyên gerîlayan kir.

Mikurhatina li bikaranîna sîlehên nukleer 

Berê fermandarên payebilind ên artêşa Tirk lê mikur hatibûn ku dewleta Tirk di salên 1990’î de sîlehên nukleer ên taktîk li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar aniye. Yek ji van korgeneralê teqawît ê hêzên hewayî yên Tirk Erdogan Karakuş e. Wî di bernameyeke di kanala televîzyonê CNN Turkê de 23’yê Adara îsal got, “Em (dewleta Tirk) ji salên 1990’î ve sîlehên nukleer ên taktîk bi kar tînin. Di şerê li Ukraynayê de jî ev sîleh tê bikaranîn. Ev sîlehên me jî hene û em jî wan bi kar tînin."

Weke ku laşê me parçe bikin

Berdevkê Têkiliyên Derve yên KCK’ê Hîwa Zagros ji rojnameya Ingilîz a çepgir, Morning Star re peyiviye û dibêje, "Gerîlayan pêlên şokê hîs kirine û ev pêlên şokê naşibin yên di encama bombeyên konvensiyonel. Gerîla dibêjin, Ne tenê şikeft temamê erdê dihejiya gava bombe diteqiyan. Wan got, 'Me di laşê xwe de şokeke pirr mezin a elektrîkê hîs kir, weke ku me dest dabe têleke voltaja bilind û me wisa hîs kir weke ku laşê me ji hev bê parçekirin.” 

Çekên kîmyewî yên nû hatin belgekirin

Wekî din bi dîmenekî Gerîla TV do weşand, derket holê ku gerîlayên bi lehengî li Girê Şahîn şehîd bûne, belgeyên bikaranîna sîlehên qedexekirî berhev kirine.

Di dîmen de şehîd Bager Gever dibêje, "Heta niha gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn û ev gaz bi tunelan ve dizeliqin, dema ku tevger hebe hingî ji nû ve çalak dibin. Ev gaz bi por û kincên hevalên me ve dizeliqin. Me ev rewş bi belge kirin."  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 22'ê Hezîrana 2022'an bi daxuyaniyekê ragihandibû ku çar gerîlayên li çeperên şer êm li Şehîd Berxwedan şer dikirin; Bager Gever (Erkan Dara), Avzem Çiya (Bêrîvan Cuma), Arîn Kobanê (Emira Musa) û Şerzan Hingirvan (Serkan Uçkun) 2'ê Hezîranê bi çalakiya fedaî şehîd bûne. HPG’ê her çar şehîd weke Çarên Berxwedana Zapê bi nav kirin.

Sîlehên nukleer ên taktîk ên di destê Tirkiyeyê de esas yên NATO’yê ne. Jixwe fermî dewleta Tirk ne xwediyên sîlehên nukleer e. Berê behsa qederê 40 bombeyên nukleer ên taktîk ên di destê Tirkiyeyê de hatibû kirin, lê ew jî tenê bi vekirina sîstema wan ji bo bikaranînê, dikarin bên bikaranîn. Dewleta ku sîstemê ji bo bikaranînê serbest dike jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye. Bicihkirina van sîlehan, li dewletên ne xwedî bombeyên nukleer, bi peymana NATO’yê mumkin e.

NAVENDA NÛÇEYAN

Şer li Amedê jî li Metîna jî dewam dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku tîmên gerîla yên bi tevger 5 leşkerên Tirk ên dagirker kuştine. HPG´ê pêr jî dabû zanîn ku gerîlayan herî kîm 10 leşkerên din êjn dagirker kuştine. Tevî ku di daxuyaniya HPG´ê de behsa wê nehatiye kirin, dewleta Tirk a dagirker da zanîn ku di şerekî dijwar ê li navçeya Licê ya ser bi Amedê de 2 leşkerên wê hatine kuştin. Çav li rê ye HPG îro li ser vî şerî daxuyaniyekê bide.

HPG'ê bi daxuyaniya xwe ya dog got, "Qadên Berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 caran bi helîkopteran, 11 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obusan hatin bombekirin. Tunelên şer ên li Qadên Berxwedanê jî 17 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de jî 5 dagirker hatin cezakirin."

HPG´ê li ser çalakiyên gerîlayan kite bi kite ev agahî dan: 

Li Zê (Zapê) 

22'ê Hezîranê saet di 13:00´an de li qada Kokerê, dagirkerên ku bi pêş ve diçûn, ketin kontrola tîmên me yên bi tevger. Hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran da û herî kêm 4 dagirker ceza kirin.

Li Metînayê

22'ê Hezîranê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkerên li ser Girê Şehîd Çekdar xist. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

HPG´ê pêr jî dabû zanîn ku di çalakiyên gerîlayan de 10 dagirker hatine kuştin: “Di çalakiyên tîmên me yên gerok de yek jê kontra 10 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin û derb li wesayîtekê hate xistin. Tunelên şer ji aliyê dagirkeran ve 10 caran bi teqemeniyan, 6 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Qadên gerîlayan jî bi dehan caran bi obusan, 4 caran bi balefiran û 7 caran jî bi helîkopteran hatin bombekirin."

Li Licê şer

Çavkaniyên dewleta Tirk da zanîn ku li navçeya Amedê Licê di şerekî de 2 leşkerên wê yên dagirkeriyê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Derbarê vî şerî de HPG´ê hîna ti daxuyanî nedaye.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.