Nomadland yan jî mal çi ye?

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Hezîran 2021 - 06:47

  • Beriya em "xanî"yan ango "gor"an ji xwe re ava bikin, em ji xwe re rêyekê peyda bikin. Li deştên şînboz bidin pey azadiyê, bidin pey ya dilê xwe, bê xatirxwestin hema wisa ji nişkê ve. Di rêwîtiyekê de bi xwe û hestên xwe re rû bi rû bimînin. Di rêyan de em xwe nas bikin.

ARDÎN DÎREN

 


"Ji tiştekî direvim ji tiştekî, ez xwe nabînim, vedigerim dîsa lê bi cî nabim di hebûna xwe de, nikarim ji xwe re ciyekî peyda bikim, ji xwe re ciyekî..." Nilgün Marmara


Li deştên Emerîkayê jiyanên koçber ên di karavanan de. Karavanên ku ji hin mirovan re bûne mal, karavanên ku ji hin mirovan re bûne şêweyê jiyanê. Karavanên ku ji hin mirovan re bûne heval û hogir. Filma Nomadland filmekî li ser rê û rêwîtiyê ye, rêwîtiya jinekê. Rêwîtiya jineke bi hêz a ku di karavanekê de dimîne. Her wiha Nomadland temaşevanan jî derdixe rêyekê û di vê rêyê de em rastî koçberan tên ku malên xwe terikandine. Koçberên nûjen ên vê sedsalê. 

Hemin divê ciyek hebe gelo? 

Dilên mişext wê çawa ji xwe re cihekî peyda bikin, jiyanên koçber dê çawa ji xwe re warekî bibînin? Ma pêdivî bi cih û war'an heye gelo? Cihek û warek tine be, mirov  ne bêhtir azad e gelo, rê û rêwîtî ew "cih"  û "war" ên di dilê me û mêjiyê me de dipelêşe û  xakeke bêdawî dibexşîne ji bo giyanê me. Fern jî di vê xaka bêdawî de, li deştên Emerîkayê yên fireh dide dû ya dilê xwe, bê cih û war dijî. Xwe bi ciyekî ve girê nade. Mala wê li di çenteyê wê de û li ser pişta wê ye. Li çol û deştên Emerîkayê di karavanekê de dimîne. Mala wê ev karavan e. Ew wisa xwe bêhtir azad û serbixwe hîs dike.  

Di malan de difetise

Fern, li vê dinyaya bê ser û bin jineke mişext e. Koçbereke modern ya vê sedsala bi jan e. Bi tena serê xwe ye. Bi awayek hizrî û giyanî jî ew mişext û penaber e. Ji ber qeyrana aborî bê kar dimîne lê dîsa jî ew li ber xwe dide û bi awayekî jiyana xwe didomîne. Fern, jineke bi hêz e û ew zane çi dixwaze. Li ber xwe dide û çi kar hebe, nabêje na, ew bi navseretiya xwe her karî dike.  Ne ku Fern nikare di "mal"ekê de bi cih bibe, ew naxwaze. Ji lewma di "mal"ê de difetise ew! Naxwe, ew bixwaze dikare malekê ji xwe re peyda bike û li wê malê bimîne, lê ew tercîhek wiha nake. Berê wê tim li rê ye, û di rêwîtiyê de jiyana xwe didomîne. 

Li deştan koçberên nûjen

Em dibînin ku bi sedan kesên wek Fern bi heman rêbazê dijîn. Li çol û deştên Emerîkayê di karavanên xwe de bi sedan kes dimînin. Li Emerîkayê serdemeke qeyranê ye, gelek kes bê kar mane, bi taybetî jî kesên navsere. Ji lewma ew jî vê rêbaza jiyana di karavanan de hildibijêrin. Di nav pergala xerab a kapîtalîzmê de hewl didin ku ew pergala xwe ava bikin. Pergaleke ne girêdayî şirket û patronan, pergaleke serbixwe. Pergaleke ku piştgiriyê di nav mirovan de zêde dike. Ji bajaran dûr di nav xwezayê de jiyaneke aram û çend kêliyên bextewar têrî wan dikin. Ew li pey vê yekê ne. Fern jî bi awayekî xwezayî pêrgî van mirovan tê. Fern, koçberek e ku sebra wê li ti deverê nayê û ji xwe re ciyekî peyda nake. Ji xeynî rê û rêwîtiyê natebite dilê wê li ti cihî. Divê ew her tim di rê de be û li ciyekî zêde nemîne ango rehên xwe zêde berjêr neke ber bi axa ku li ser e.

"Mal" çi ye? 

Mirov li ku xwe azad hîs bike, mal ewder e. Mirov li ku xwe ewle hîs bike, mal ewder e. Mirov li ku karibe xwe, jiyan û berpirsyariyên xwe ragire, mal ewder e. Bi gotina Fern mal, ne ew tişt e ku heta dawiya emrê xwe mirov di bin deynê wê de bimîne û jiyanê li xwe biherimîne! Ango di bin deyn û taksîdên wê de bipelçiqe û derûniya xwe serobino bike. Bi filma Nomadland em fêr dibin ku mal di dilê me de ye, mal di mêjiyê me û rêwîtiya me de ye.

Li pey hîsên xwe ye

Fern, naxwaze jiyana xwe ji bo malekê pûç bike û xwe bi malekê ve girêde. Ruhê wê jiyana malê nikare ragire û di karavana xwe de dimîne. Piştî hevjînê wê jî dimire bêhtir xwe tenê hîs dike û derdikeve rêwîtiyê. Fern ji "mal"an direve û naxwaze di nav dîwarên betonî de li benda mirina xwe bisekine. Ji xwe ji dilên mişext re "mal" ne xanî ye, xanî tenê avahiyeke sar e! Fern jî dixwaze ji van avahiyên sar dûr bikeve. Ew li pey hîsên xwe ye, hestên wê, wê bi ku ve bibin, ew diçe wir. 

Şêwaza filmê çîrokê xurt dike

Şêwaza filmê, vê çîrokê bi me dide hezkirin. Rêyên dirêj, deşt û cihên nû, naskirina mirovên cihê, rengê filmê yê şîn, kêliyên berdestî sibê û êvaran me jî tevlî çîroka koçberiyê dike û dike hevparê xemên Fernê. Bi ti awayî me aciz nake û nakeve pey gotinên mezin, ji lewre jî filmeke dilsoz derketiye holê. Şopandineke baş a ku karakterê xwe di her kêliya filmê de çêtir dike, heye. Bi saya Fern û lîstikvaniya wê ya serketî dilê me jî di wan karavanan de li ser rê ye. Di hin cihan de wek belgefilmekê diherike film, û ev jî çîrokê bêhtir xurt dike û bi me dide bawerkirin. Atmosfera filmê, çarçoveyên dîmenan, tevgerên kamerayê û lîstikvan tev di cihokekê de dibin yek û vegotina koçberiyê wek zimanekî sînemayî dewlemendtir dikin. 

Beriya xaniyan em rêyekê peyda bikin

Beriya em "xanî"yan ango "gor"an ji xwe re ava bikin, em ji xwe re rêyekê peyda bikin. Dev ji hin tiştan berdin xwe sivik bikin û biqerin herin. Li deştên şînboz bidin pey azadiyê, bidin pey ya dilê xwe, bê xatirxwestin hema wisa ji nişkê ve. Di rêwîtiyekê de bi xwe û hestên xwe re rû bi rû bimînin. Di rêyan de em xwe nas bikin. 

Nomadland dibêje, di wê rêwîtiyê de kesên ku hûn ji wan hez dikin dê li benda we bin û hûn ê wan hembêz bikin. Ya baştir û girîngtir, em ê xwe jî hembêz bikin û xwe jî bêhtir nas bikin. Di vê sedsala bi xem û fikaran dagirtî de pêdiviya me hemûyan bi rêwîtiyekê heye. Qet nebe divê em carinan biceribînin. 

Ez we bi hevokên dawî yên film re bihêlim û di rêwîtiya xwe de biherikim herim. 

"Ji bo kesên ku mecbur mane herin.
Bi hêviya di rê de em rastî hev werin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.